Li Qamişlo jin perwerdehiya parastina cewherî dibînin
09:01
Zêrîn Kurtay-Roksan Efrîn/JINHA
QAMIŞLO - Bi pêşengtiya Yekîtiya Star li taxa Xerbi ya Qamişlo jin perwerdehiya parastina cewherî dibînin.
Li hember êrîşên çeteyên DAIŞ'ê l, pêşengtiya Rêxistina Yekîtiya Star li taxa Xerbi ya bajarê Qamişlo yê Kantona Cizîrê jin perwerdehiya parastina cewherî dibînin. Di dewreya perwerdehiya ku nû hat destpêkirin de 20 jin beşdarbûn. Ji bo ku jin bikarbin di her aliyî de parastina xwe û welatê xwe bikin di her warî de xwe perwerde dikin. Perwerde ji aliyê endamên Yekitiya Star Leyla Şemdin û Mîlîtan Derik ve tê dayin. Perwerde her hefte roja duşemiyê tê dayîn. Perwerde, bi gringiya fêrbûna li ser çek û parastina cewheri dest pê kir.
Lî hemberî komkujiyan parastina cewheri
Ji jinên beşdarî perwerdehiya parastina cewherî dibin Emine Hesen anî ziman ku: "Perwerde ji bo hemû jinan pir giring e. Îro divê em ji her aliyî de fêri xwe parastinê bibin. Divê em ji êrîşên ser Kobanê, Şengal û Hesekê ders derxin û li gora wê xwe amade bikin. Çete taybetî êrîşî jin û zarokan dikin. Divê di rewşên awarte de em karibin parastina xwe û derdora xwe bikin. Em ji bo wê beşdarî perwerda parastina cewherî bûne. Em dixwazin di ser şopa Bêrîtan û Zekiye Alkanan de bimeşin."
'Parastina cehweri ji bo me giring e'
Meryem Mistefa ya ku di heman perwerdê de cîh digire, wiha axivî: "Dema em fêrî xwe parastinê dibin divê ji her aliyî de çavên me vekirî be û em piralî xwe perwerde bikin. Lewre dem vê ji me dixwaze. Dema ku em bikaribin parastina xwe bikin dê hîn zêdetir baweriya me bi hêza me jî bê. Ji bo wê jî divê em lezginiyê bidin perwerda xwe. Em hêvîdarin ku jinên xwe ji perwerdehiyê dur dixin û xwe di malan de digirin jî wê bên beşdarî van perwerdehiyan bibin. Ez bi beşdarbûna vê perwerdehiyê pir bi şanaz im."
(rb/zt/ch)