Gel avahiya HDP'ê ya hilweşî restore dike

09:42

Filiz Zeyrek/JINHA

EDENE - Di êrîşa bombeyî ya hember avahiya navçeya HDP'ê ya Seyhanê de windehî çênebû lê zerarên mezin pêk hat û avahiya HDP'ê hilweşiya. Niha jî bi alîkariya welatiyan restorasyona avahiyê bi awayekî kollektîf tê çêkirin.

HDP, wek partî tevlî vê hilbijartinên giştî ya Tirkiyê bû û ji xebatên hilbijartinan bigrin heta avahiyên partiyê û mîtîngên wan rastî êrîşên bombeyî hat û gelek kes jî di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dan. Di 18'ê meha Gulanê 2015'an de li avahiya HDP'ê ya navçeya Seyhan a Cadeya Cemal Gûrsel de ye teqîn pêk hat. Di vê êrîşê de ya baş windehî çênebû lê avahiya HDP'ê hilweşiya û zirarên maddî yê giran derket holê. Piştî hilbijartinan jî welatiyên Seyhanê niha bi awayek kollektîf avahiyê restore dike. Suzan Kılıç ya Hevseroka Navçeya Seyhanê ye anî ziman ku bi vê teqînê plansaziya qetlîamek hemberî wan hatibû sazkirin, lê ev negihîştiye armanca xwe û di der barê xebatên xwe de agahî da.

'Polîtiqayên bi xwînê dê vala were derxistin'

Suzan diyar kir ku restorasyona avahiyê ya kollektîf pir bi wate ye û got: '' Êrîş li hemberî me hatibû çêkirin û dixwestin ku qetlîamek pêk bînin. Lê ev plana wan vala hate derxistin. Polîtîqayên hêzên dagirker û faşîst ya bi xwîn bi êrîşên Edene Mêrsîn û Amedê negihîştin armanca xwe û wê tû carî jî negihîjin.''

'Gel bi alîkarî xebatek kollektîf da dest pê kirin'

Suzan da xuya kirin ku HDP li hember hemû êrîş û astengkirinan ji hilbijartinan bi serkeftî derket û ev êrîşên pêk hat li ber serkeftinên HDP'ê ji bilî astengiyê bû sedema piştevaniyan.

Suzan da zanîn ku kesên li Ewrupa dijîn jî ji bo restorekirina avahiyê bûne alîkar û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Gelê me hezar sale li hember neheqiyan, zordariyan sekiniye û ber xwe daye, ji vir şunde jî dê ber xwe bide.''

(ch)