Li Bakırkoyê hember sirgun û sewqan 48 rojin nobet didome

10:01

JINHA

STENBOL - Malbatên girtiyan li hember tundiya ser girtiyên jinên siyasi yên li Girtîgeha Bakirkoyê dimînin û sirgunkirina wan ya Hijmara 9'an Tîpa F ya Girtîgeha Silivriyê 48 rojin li ber girtîgehê di çalakiya nobetê de ne. Xizmên girtiyan wiha gotin: "Ji bo buyerek wek 19 Berfanbar neyê jiyîn em li vê derê ne." û banga hestiyarî li raya giştî re kirin.

Nîqaşên ser valakirina Girtîgeha Tîpa L ya Girtîgeha Bakirkoyê û birina wan ya Hijmara 9'an a Tîpa F a Girtîgeha Silivriyê berdewam dike, li hemberî vê malbatên girtiyan li ber girtîgehê çalakiya runiştinê ya dane destpêkirin di roja 48'an de berdewam dike. Rêxistinên civaka sivîl û malbatên girtiyan diyar kirin ku sirgûnkirina girtiyên nexweş û girtiyên jin, tê wateya tecrîdê û encamên wê jî wê giran bin, ji ber wê jî wan dest bi çalakiya runiştinê kirine.

'Em dixwazin bibin dengê girtiyan'

Ji Komela Şêwirmendiya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TAYAD) Nagihan Kurt ya ku 48 rojin di çalakiya runiştinê de ne, destnîşan kir ku ji bo carek din operasonên qirkirinê yên 19'ê Berfanbarê neyê jiyîn di nobetê de ne. Nagihan da zanîn ku niha operasonên sirgunê dane sekinandin, lê ew ji vê bawer nakin û her dem nîqaşên operasona 19'ê Berfanbarê tên kirin. Nagihan anî ziman ku li gel girtiyên nexweş zaroka 3 salî Poyraz Ali yê ku bi nexweşiya otizmê ketî di girtîgehê de tê girtin û axaftina xwe wiha domand: "Li wir zarokê me Poyraz Ali heye. Ev pergal ne girtiyên nexweş, ne jî Poyraz Ali nabîne. Girtiyên nexweş dibe kî dibe bila bibe, dema dest bi sirgunê kirin hemûyan didin ber xwe û dibin. Em dixwazin her kes li gel me di vê çalakiyê de cîh bigirin û alîkariya girtiyên nexweş bikin. Em dixwazin bibin dengê wan."

'Gelo dê girtinên nû çêbibin?'

Hevseroka Fedresyona Komelaya Şêwirmendiya Malbatên Girtî û Hikumxaran (TUHAD-FED) Sureyya Aydin jî bi lêv kir ku bi sirgunan dixwazin gihandina di nava girtiyan bi xwe û malbatên wan de qut bikin. Sureyya derbirî ku dixwazin girtiyan bi tenê bihêlin û wiha berdewam kir: "Tûndî, îskence, sirgun, lêgera tazî, di odên singer de îskence ev hemû îskence ne." Sureyya destnîşan kir ku tayîbetî ji ber serketina HDP'ê di hilbijartinan de aniyî ser girtiyan de diçin û wiha dom kir: "Gelo vana girtîgehan vala dikin, dê yên nû bigirin? ev hemû tên hişê me. Girtîgeha Jinan ya Bakirkoyê vala dikin û dibin, lê Wezîrê dadê dibêje: 'Tiştek wiha nîne.' Lê em dizanin heye."

Sureyya anî ziman ku di dema sirgunê de girtî rastî îskencê û lêgera tazî tên, weke TUHAD-FED em ê li hember van kirinan bêdeng nemînin.

(zt/ch)