Asya Ebdullah: Dewleta Tirk divê helwesta xwe ya hemberî DAİŞ'ê zelal bike
11:14
JINHA
KOBANÊ- Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah êrîşên DAİŞ'ê ya hemberî Kobanê nîrxand û da zanîn ku dewleta Tirk divê helwesta xwe ya hemberî DAİŞ'ê zelal bike û dev ji dijminatiya Rojava berde. Asya axaftina xwe wiha domand: Çeteyên DAİŞ'ê ya êrîşî Rojava dikin divê piştgirî neye dayîn lê têkiliya dewleta Tirk û DAİŞ'ê hatiye îfşa kirin û divê sazî û kesimên demokrat li hember vê helwestek zelal bigrin.
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, lêpirsina êrîşa DAİŞ'ê ya 25 Pûşberê ya hemberî Kobanê berdewam dike de ji ANF'ê re axivî û diyar kir ku êrîşên DAİŞ'ê li hember destkeftiyên Kurdan ya li Rojava hatiye kirin û got: '' Ev êrîşeke şerê taybet e ku ji navendekê hatiye organîzekirin. Li dijî projeya Xweseriya Demokratîk û gelên li Rojava bi hev re dijîn e. Çeteyên DAIŞ'ê ji hêzên YPG/YPJ'ê derbên giran xwarin. Gelê herêmê destketiyên YPG/YPJ'ê bi coşeke mezin pêşwazî kir. Gelên Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen xwedî li sîstema me, xwedî li alternatîfa jiyana demokratîk derdikevin. Ev êrîş li dijî van hemûyan hat kirin. Bi taybetî divê vê yekê destnîşan bikim; Hemû êrîşên heta roja îro li hemberî Rojava bi taybetî jî Kobanê hatin kirin, ji bo valakirina Rojava û Kobanê ji gel in.''
'Mînakên dîrokî derket holê'
Asya da xuya kirin ku gelê Kurd ên Rojava ev çar sal in di nava têkoşînê de ye û li hemberî hemû êrîşan li ser piyan ma, ev êrîş jî ji niha ve pûç kir û nehişt bigihêje armanca xwe. Asya bal kişand ku helwesta gelê Kurd a li hemberî komkujiyê gelekî girîng e û wiha berdewam kir: '' Niha hin derdora li gorî xwe dinirxîne, lê belê gelê Kobanê li hemberî vê komkujiyê mînakeke mezin a berxwedanê nîşan da. Mînakên dilsoziyê yên dikarin bibin malê dîrokê derketin holê. Helwesta li hemberî qetilkirina jin, zarok û ciwanan nîşan da, careke din dilsoziya gelê me ya bi nirxên şoreşa li Rojava nîşan da ku çiqasî pîroz e. Hin dîmen hene ku nîşan didin; dema zarokên biçûk tên qetilkirin nîşaneya serketinê nîşan didin. Jin, heta hatina şervanên YPG/YPJ'ê radihêjin kleşê û li dijî çeteyan li ber xwe dane. Haya me ji van hemûyan heye. Gelê Kobanê li hemberî kujeran li ber xwe da, lê mixabin ji ber ku çete kincên YPG'ê li xwe kiribûn û rewş di cih de nehat fêmkirin, windahiyên me ewqas zêde çêbû.''
' Îstîsmareke dûrî pîvanên exlaqî heye'
Asya Ebdullah axaftina xwe wiha domand: ''Hin derdor hewl didin sûdê ji van êrîşan werbigirin, xwe ji aliyê siyasî ve di ser van êrîşan re xwedî bikin. Îstîsmareke dûrî pîvanên exlaqî heye. Ev derdor dibêjin, 'me beriya niha gotibûn, hêzên heyî nikarin Rojava biparêzin' û bi vî rengî hewl didin xwe ji komkujiyê xwedî bikin. Di nêrîn û siyaseta van hêzan de şoreş nîne, berjewendiyên gel nîne. Dema hêzên YPG/YPJ ev çar sal in li hemberî her şêwe êrîşan li ber xwe dan, van hêzan bi tenê daxuyanî dan çapemeniyê''
Asya destnîşan kir ku van gotin û daxuyaniyan cidî nagrin û got' Eger ev hêz ji dil in bila werin li ber xwe bidin, şer bikin' Asya anî ziman ku li Rojava ji bo nîşandayina samîmyetê ji bilî vê tû pratîk nîne û heger ew kes dilsozên Rojava û gel in, bila werin vir. Rojava bi daxuyaniyên çapemeniyê nayê parastin û got ' Ew ên ji rehetiya xwe tawîzê nade, nehêle tiştek bi konfora wan bê, nikarin êrîşî lehengên vî gelî yên şer dikin û canê xwe didin, bikin.''
'Dewleta Tirk bila dev ji dijminatiya Rojava berde'
Asya diyar kir ku ew helwest û siyaseta dewleta Tirk û yê AKP'ê ji aliyê neyînî ve ne tene Rojava li tevahiya cîhanê ya Kurdan de ye û axaftina xwe wiha domand: '' Em parçeyek ji Sûrî ya demokratîk in û weke partî ji bo Sûriyeyek demokratîk têdikoşin û em ê têbikoşin. Siyaseta heyî ya AKP û dewleta Tirk ne li gorî berjewendiyên gelên Sûrî û Tirkiyê ye. Gotinên plana dagirkeriyê ya hikûmeta AKP'ê li hemberî Rojava bi lêv dike, nêzîkatiya dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li hemberî Rojava radixe pêş çavan. Divê dewlet û hikûmeta Tirk êdî helwesta xwe zelal bike. Dev ji dijminatiya li Rojava dike berde. Pêwîste çeteyên êrîşî Rojava dikin bes bên destekkirin, bes bên teşwîqkirin. Daneyên şênber û helwesta siyasî aşkera dike ku dewleta Tirk destekê dide DAIŞ'ê û çeteyên din. Divê hemû saziyên demokratîk li hemberî vê, helwesteke zelal nîşan bidin. Ji xwe hewldana dagirkirinê ji bo tû kesî ne xêr e. Her wiha divê zanibin ku hewldaneke bi vî rengî wê herî zêde ji bo Tirkiyeyê xeterî be.
' Xebatên me yê lêpirsinê didomin'
Asya da zanin ku ji aliyê siyasî ve encamên bidestxistî gelek in lê hin derdor ji destpêkê ve hevkarên êrîşên li hemberî Rojava û Kobanê ne û wiha axivî: '' Ev jî ew derdorên ku me beriya niha jî gotibû; li hemberî êrîşan bê deng man, helwest nîşan nedan û hewl dan ji êrîşan sûdê werbigirin. Li aliyê din lêkolîn û lêpirsîna komîsyonên me, dewam dikin. Me sê komîte ava kirin. Van komîteyan hin encam bi dest xistin. Em şahidan û dîmenan dinirxînin. Di demeke kurt de em ê rapora xwe ya li ser vê amade bikin. Di vî warî de xebatên me derbasî qonaxa amadekirina raporê bûye. Em ê xebatên xwe ji her alî ve veguherînin raporê. Ev rapor jî wê bi awayekî fermî pêşkêşî saziyên navneteweyî were kirin. Lê belê divê gelek saziyên navneteweyî jî bên vê derê û lêkolînê bikin. Dosyayên heyî wê bi wan re bên parvekirin, wê karibin bi gelek şahidên komkujiyê re jî hevdîtinan bikin. Dîmen û belge wê werin parvekirin. Em bang li hemû saziyên dixwazin li ser jenosîda Kobanê ya însanî û hiqûqî bike dikin ku bên Kobanê.''
Asya Abdullah li ser pirsa ji ber têkiliya dewleta Tirk a DAİŞ'ê heye hemberî Tirkiyê wê doz li Dadgehên Navnetewî were vekirin an na, Asya bersivand û got: ''Komîteya me ya hiqûqê lêkolîna vê dike. Bêguman em ê vê nîqaş bikin, şert û mercên vê çi ne, divê çawa bê kirin, em ê vê binirxînin. Piştî ku me raporên xwe qedandin, komîteyên me wê biryarê bidin ku bi rêya kîjan saziyê bi çi rengî serlêdan were kirin. Yanî lêkolînên saziyên navneteweyî jî wê hebin. Ev dadgeh wê kîjan saziyan esas bigirin, em ê van diyar bikin. Lê belê dixwazim bêjim ku hem raporên komîteyên me hem jî raporên saziyên navneteweyî wê ji bo dozeke bi vî rengî weke referans werin qebûlkirin. Gelek sazî dikarin tevlî vê bibin û bi dîtina min wê li ber çavan bên girtin.''
(ch)