Cenazeya şervana YPJ'ê wê sibê were girtin

13:44

JINHA

ÊLIH- Cenazeyê şervana YPJ'ê Bêrîtan Atalay (Bermal Egîd) a di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dabû, wê sibê ji Deriyê Sînor a Murşîtpinarê bê wergirtin.

Şervana YPJ'ê Bêrîtan Atalay (Bermal Egîd) roja 27'ê Pûşberê di şerê Girê Spî ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da. Malbata Bêrîtan û rêveberên MEYA-DER'ê ya Êlihê ji bo wergirtina cenazeya Bêrîtan dê sibê biçin Pirsûsê û ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê cenaze wergirin. Hat ragihandin ku piştî otopsiyê wê cenaze bînin Êlihê û li Goristana Asrî ya Êlihê were definkirin.

(ch)