Dadgeha Gel a Til Temir xebatên xwe didomîne
09:22
Jînda Azad/JINHA
TIL TEMIR - Bi destpêkirina şoreşa Rojava, jin bi hejmarek mezin di hemû saziyên leşkerî û civakî de cihe xwe girtin. Yek ji van saziyên ku jinan xwe tê de bi cîh kirîn jî dadgeha gel e.
Bi destpêkirina şoreşa Rojava jinan cihê xwe di hemû saziyên leşkerî û civakî de girtine. Li Dadgeha Gel ya bajara Til Temir a Kantona Cizirê de jî ji 9 endamên dadgehê 3 kes jin in. Ji çar beşên dadgehê jin, di 3 beşan de cihê xwe digirin. Piştî ku ji aliyê şervanên YPG/YPJ'ê ve bajarê Til Temir ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqişkirin, xebatên nava bajêr destpêkirin. Welatiyên bajêr ên ji ber êrîşan koçber bûne jî vegeriyan ser cîh û warên xwe. Yek ji saziyên civaki yên piştî rizgarkirina bajêr carek din bi lez dest bi xebatên xwe kiriyî saziya Dadgeha Gel e. Heya niha Dadgeha Gel ya bajarê Til Temirê 15 doz çareser kirine, ji wan jî 10 doz ên jinan in.
Ji Rêveberiya Dadgeha Gel a bajarê Til Temir Nadin Ebdo di derbare karên xwe yên dadgehê de wiha axivi: "Piştî rizgarkirina bajarê Til Temir me carek din navenda xwe vekir û kar û xebaten xwe berdevam kir. Dema di bajêr de şer hebû weke sazî em hemu li wir ne amade bûn, ji me hin kes perwerde didîtin.Lewre dema em carek din vegerin saziya xwe pêwist bû ku em hê xurt tevlî karê dadgehê bibin. Perwerde ji bo hemu xebatan û hemû kesan re pewist e, ji ber ku perwerde pêşeroje me ye. Gelên ku dikarin xwe perwerde bikin ew gel an jî netew pêşeroja xwe ronî dike. Piştî ku me perwerde dit û em vegeriyan ser karê xwe, me dît ku me sudek baş ji perwredê dîtiye. Ji ber ku perwerdeya me dit weke mijara jina azad, diroka jinê bu. Ew perwerdeya ku me dit him ser mijarên wek kesayata jinê, xwe naskirin û him jî diroka gelê xwe naskirin bu. Piştî ku mirov xwe û diroka gelê xwe nas dike hîn zedetir dikare hêza xwe ji nas bike."
(rb/zt/ch)