Li Bedlîsê piştî sirgunan vegera gundan dest pê kir

11:59

JINHA

BEDLİS - Welatîyên Bedlîsê ya ji ber ku gundê wan hate valakirin û şewitandin neçar man ku koçî bajaran bikin, niha bi hatina havînê ketin telaşa vegera gundên xwe. Welatiyên ku ji koçberiya mecbûrî niha vedigerin axa xwe, zêvî û baxçeyên xwe diçînin ku bereketa berê ya jiyandine zindî bikin.

Lî Bedlîse bi hezaran welatiyên ku di salên 90'î de ji alî dewletê ve gundên wan hate şewitandin û valakirin, bi hinceta 'ewlehiyê' hatin sirgunkirin,niha bi hatina havînê vedigerin gundê xwe. Di mehên havînê de welatiyên ku tên gundê xwe zêvî û baxçeyên xwe diçînin, bereket û zindîbunekî jî bi xwe re tînin. Yek ji van gundan ji Onex (Çayirbaşî) a girêdayî navendê ye. Lî gundê Onexê jî di sala 1993'an de ku dema hate valakirin niştecihên wê bê cil û berg hatin sirgûn kirin.


Gundê xwe ji bîr nekirin

Bi taybetî jî jin gundê xwe tû carî ji bîr nekirin û her tim hesreta vegerê jiyandin ku di mehên biharê de jî tên gundê xwe û bi zêvîyan re mijûl dibin. Gundiyên ku zarokatiya wan li vir derbas bûye bi kêfxweşiya vegera gundên xwe heta mehên zivistanê li vir dimînin. Gunda ku tevahî 10 mal te de ye niha pîranî kesên extiyar tê de dijîn û zebzeyên ku diçînin re mijûl dibin.

'Demek dirêj em nikarîbûn ku vegeriyan gundên xwe'

Semsûr Oguz ya 64 salî li Stenbolê dijî. Dayîka Semsûr, mehên biharê de bi kelecanek mezin dikeve rê û bîranînên xwe yên berî ya valakirina gundên xwe bi me re parve dike. Semsur wiha axivî: ''Malbatek me yê dilşad hebû, lê em neçarî koçberiyê hatin hîştin ku me mala xwe bir Stenbolê. 7 keç,5 jî kûr, 12 zarokên min hene. Piştî em koçî Stenbolê bûn, demek dirêj em nîkarîbûn vegeriyan gundên xwe. Dema ez hatim gund jî zarokên min tev li Stenbolê man. Dayika Semsûr di nava salê de 6 meha li gundê xwe, demên dimîne jî li Stenbolê hinda zarokên xwe derbas dike.

' Tenê li gundê xwe bextewar im'

Dayika Semsûr axaftina xwe wiha domand: ''Ez tenê li gundê xwe bextewar im. Ez li vir mezin bûm û ji ber vê jî li cîhek din ne dilşad im.'' Semsûr da zanîn ku ji bo tenduristiya xwe jî tê gund û got: '' Ez li Stenbolê hewayek paqij nabînim, lê hewaya gundê me ji bo min baş e. Ez her çiqas beriya zarokên xwe bikim jî ev der aramiyê dide min. Ez li vir wek firîngî,xiyar, fasûlî zebzeyên cur be cur diçînim. Berê me titûn diçand lê ji ber extiyariyê êdî nikarim biçînim. Ji bo tenduristiya xwe û pêwistiyên xwe yên rojane tenê zebze diçînim û ji van hineka jî dişînim ji zarokên xwe re.''

(ch)