Şervana YPJ'ê Stêrk bi stranên vasiyeta xwe hate oxir kirin
14:06
JINHA
AMED - Cenazeyê şervana YPJ'ê Nurcan Damla (Stêrk Demhat) a di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ên li bajaroka Eyn Îsa de jiyana xwe ji dest dabû anîn Amedê û li goristana Yenîkoya Rezanê hate definkirin. Nurcan li ser wasîyeta wê bi strana ' ez şehîdîm peqrewanim' hate oxir kirin.
Cenazeyê şervana YPJ'ê Nurcan Damla (Stêrk Demhat) a ku di 9'ê Tîrmehê, di êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de li bajaroka Eyn Îsa jiyana xwe ji dest dabû anîn morga Goristana Yenikoyê ya Amedê. Li ber goristanê di nava wan de rêveberên saziyên sivîl û partiyên siyasî jî hebûn bi sedan welatî kom bûn. Jinan cenazeya Nurcan li ser milên xwe kirin û bi stran, çepik, tilîlî û dirûşmên "Şehîd namirin", "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne", "Bijî Serok Apo" ber bi goristanê ve hat birin û li wir hat definkirin.
Merasîma cenaze bi rêzgirtin û sirûda "Çerxa şoreşê" dest pê kir. Li vê derê Hevserokê MEYA-DER'a Amedê Ayşe Dîcle axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê li ser şopa wan bimînin û wiha axivî: "Nurcana di riya Zîlan û Arînan de jiyana xwe ji dest da. Em soz didin em ê armancên wan pêk bînin."
Dayika wê Yildiz Damla ya keçika wê Stêrk navê wê girtibû jî di merasîmê de axivî û ev tişt anî ziman: "Bila serê Serok Apo û gelê kurd sax be. Ew şehîdê we hemûyan e." Apê wê H. Abdullah Damla bilêv kir ku biraziya wî ne şehîdê ewil e û wê nebe yê dawî û wiha got: "Em soz didin ku heta dawiyê em ê li pey riya wan bin."
Piştî axaftinan girse çûn Mala Şînê ya Dercimtê.
(ch)