Lî Tendurekê operasyon hat dest pê kirin
14:07
Tîrmeh
11
/ 2015
JINHA
AGIRÎ - Li Çiyayê Tendurekê bi tevlîbûna gelek leşkeran operasyona leşkerî hat destpêkirin.
Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê gelek leşker li Çiyayê Tendurekê derketin operasyonê. Hat ragihandin ku 20 wesayîtên zirxî yên leşkerî di seatên serê sibê de ber bi Çiyayê Tendurekê ve çûne û ji wir jî derbasî Zozanê Kaniya Spî bûne. Çavkaniyên herêmî fikarên xwe yên ji ber vê operasyonê dê pevçûn biqewime anîn ziman.
(ch)