Dayikên Şemiyê aqubeta Adil ya windekirî pirsîn

15:08

JINHA

ŞIRNEX - Dayikên Şemiyê, ji bo aqubeta merivên xwe yên di bin çavan de hatine windekirin bipirsin, vê heftê jî li deverên cuda de hatin ba hev û daxwaza xwe yên dadê carek din qîriyan. Dayikên Şemiyê li Şirnexê aqubeta welatiyê bi navê Adil Olmez ya di sala 1995'an di bin çavan de hatibû windekirin pirsîn.

Dayikên Şemiyê li navçeya Cizîrê ya Şirnexê bi şîara 'Winde bila were dîtin, kujer were darizandin' her hefte çalakî pêk tînin, vê heftê jî di çalakiya xwe ya 342'an li Kuçeya Hunerê pêk anîn. Xizmên windeyan 'Albûma şehîdan' vekirin û wêneyên merivên xwe hildan. Dayîkên Şemiyê vê heftê çîroka Adîl Olmez vegotin. Veysî Durgut ê rêveberê MEYA-DER a Cizîrê ye diyar kir ku Adîl Olmez ya di sala 1995'an, meha Avrêlê de hatîye windekirin, kesekî berastenga zîhnî bûye û li hember hemû pêkûtiyan cilên xwe yên heremî ji ser xwe nedikir û li her derê Kurdûna xwe dianî zîman.

Veysî da zanîn ku Adîl, berî wîndekirina wî jî pir caran ji alî polîsan ve hatiye binçavkirin û rastî îşkenceyan hatîye. Veysî anî ziman ku ji ber rewşa Adil ber bi xirab bûyinê de diçû birayê wî, wî biriye nexwexaneya Elazîzê. Dema birayê wî ji bo girtina wî çûye nexweşxanê Adil nedîtiye u cardin vegeriyaye Cizirê û pirsa birayê xwe kiriye. Li gor agahiyên ji der û dor hate girtin, derket holê ku Adil ji hin kesên nediyar ve siwarî maşîneyek Toros kirine û piştî wê rojê tû agahî nehatiye girtin. Veysî da xuya kirin ku heta niha aqubeta Adil zelal nebûye û bi lêv kir ku aqubeta Adil bila were eşkere kirin û faîlên wî werin darizandin. Di çalakiyê de derp kirina Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Ferhat Encû jî hate şermezarkirin

Çalakiya Dayikên Şemiyê piştî 5 dq çalakiya runiştinê bi dawî bû.


(ch)