Dayikên Şemiyê ji bo dadê çalakiya 537'emîn lidarxistin

15:26

JINHA

STENBOL - Dayikên Şemiyê, ji bo aqubeta merivên xwe yên di bin çavan de hatine windekirin bipirsin cara 537'emîn li Qada Galatasarayê hatin ba hev.

Dayikên Şemiyê ya Stenbolê di çalakiya xwe ya 537'an de li ber Lîseya Galatasarayê hatin cem hev û bi pankarta "Kujer diyar in winda li ku ne" û wêneyên windayan hilgirtin. Malbatên Roboskê yên ku zarokên wan di komkujiyê de hatin qetilkirin, parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu û gelek kes piştgirî dan çalakiya Dayikên Şemiyê. Di çalakiyê de Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê ku ji hêla JÎTEM'ê ve hat qetilkirin bi bîr anîn û aqûbeta Ahmet Yaman (30) ê ku di 1'ê Tîrmeha 1995'an de li ser gazîkirina Fermandariya Cendermeyan a Qilebanê çû qereqolê û careke din tu agahî jê nehat girtin pirsîn.

' Me Vedat Aydin ji bîr nekîr'

Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu di çalakiyê de axivî û got ku dewlet li şûna kujeran bibîne êşên xizmên windayan zêdetir dike.Ferhat da zanîn ku kujerên windayan li holê ne û wiha axivî: "Ev kujer bêyî hesab bidin yek bi yek dimirin û diçin. Divê dewlet bi komkujiyên kiriye re rû bi rû were."

Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu jî xwest ku doza windayan bê şopandin û bang li rayedaran kir ku kujeran bidarizînin.Sezgîn di axaftina xwe de Vedat Aydin jî bi bîr anî û got: ''Me Vedat Aydin ji bîr nekir û tû carî jî ji bîr nakin. Têkoşîna me ya ji bo dadê wê bidome.''

'Berpirsyar bila werin darizandin'


Piştî axaftinan Umît Tekay Dîşlî daxuyaniya vê hefteyê da. Ûmît xwest ku hemû kujer û berpirsyar bên dîtin û cezakirin. Ûmît piştre çîroka windakirina Ahmet Yaman ê ku li Qilebanê hat windakirin vegot.Ûmît anî ziman ku Ahmet Yaman keyayê gundê Ripînê bû û got ku li ser gazîkirina Fermndariya Cendermeyan a Qilebanê çûye wir û careke din tu agahî jê nehatiye girtin. Ûmît anî ziman ku li gel ku dayika wî Dûrî Yaman serî li dozgeriyê da jî dîsa hewldanên malbatê bêencam ma.

Ûmît xwest ku kujer û rayedarên dewletê yên wê demê bên darizandin û cezakirin. Piştî daxuyaniyê çalakî bi dawî bû.

(ch)