'Pêwistiya me hemûyan ji azadiya Abdullah Ocalan re heye'

16:11

JINHA

STENBOL - Platforma ji Ocalan re Azadî, ji bo balê bikşînîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo daxwaza azadiya wî gelek aktivîst, hunermend û rewşenbîr civîn li dar xistin û wiha gotin: '' Ji bo pêşeroja Tirkiyê û Rojhilata Navîn divê Abdulah Ocalan azad be. Pêwistiya me qasî nan û avê ji azadiya Ocalan re heye.''

Endamên Platforma ji Ocalan re Azadî ji Ji bo balê bikşînîn tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya wî bikin li Otela Elite Worldê civînek li dar xistin. Di civînê de gelek kesên parezvanên mafên mirovan, hunermend, aktîvîst û rewşenbîr tevlî bûn. Dî civînê de peşiyê bi zimanên cuda sînevîzyona ' Ji Ocalan re Azadî' hate weşandin. Piştre Parezer û berdevka platformê Eren Keskîn axivî. Berdevka Platfomê Eren Keskîn got: "Ocalan ev 16 sal e bi pêkanînên dij qanûn û peymanên navneteweyî re rû bi rû ye. Di rojên ewil de me nedizanî kî ji girtîgehê berpirse. Pêkanînên kontra yê wan rojan dihatin jiyîn, îro jî didomin." Eren axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ên aştiyê tînin, Ên şer dikin in, yên li maseyê rudinin jî her du alî ne. Partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî destekê didin vê. Lîderê aliyekî di destê aliyê din de dîl be, mirov nikare behsa aştiyê bike. Azadiya Birêz Ocalan li aliyekî, nahêlin bi malbata xwe re jî hevdîtinê bike. Ev wisa nabe lewre azadiya Ocalan ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, qasî nan û avê pêwîst e."

'Tecrît divê bi tevahî ji holê rabe'

Ji meclîsa Aştiyê ya Tirkiyeyê Hakan Tahmaz got ji sala 2005'an heta niha hevdîtinê bi Ocalan re ji aliyê dewletê ve bûye wek amûr û wiha axivî: "Dema heyeta HDP'ê hevdîtin dikir jî tecrîda li ser Ocalan berdewam dikir. Divê ev tecrîd bi tevahî ji holê rabe. Divê hilbijartinên 7'ê Pûşberê li ber çavan bê girtin. Dewletek baqil wê daxwaza aşitiyê bibîne."

Damezrênera Platformê Ayşe Batumlu jî balkişand ser Şoreşa Rojava û got: "Tovên ku Birêz Abdullah Ocalan bi salan berê li Rojava avêt, şîn bû. Dewletê serkeftina Rojava dît û doza tecrîdê zêde kir. Ji ber vê divê em li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalan têbikoşin."

Ji NÇM'ê hunermend Rojda jî diyar kir ku civak guheriye û mirov vê bi encamên hilbijartinê re dibînin û got divê dewlet jî vê guhertînê bibîne.

Ji rojnameya Evrenselê Ender Îmrek jî axîvî û got: ''Ger bi rastî di pisgirêka Kurd de pêngav bê avêtin divê azadiya Abdullah Ocalan pêk bê. Ender balkişand ser encamên hilbijartinê jî û got 6 mîlyon deng ji bo çareserî û azadiya Ocalan hatiye dayîn.''

Ji TOHAV'ê Hakan Gurbuz jî anî ziman ku ji bo aştiyeke mayîn de azadiya Abdullah Ocalan şert e.
Parlamenterê berê Ufuk Uras jî bi lêv kir ku ev du hefteye ji hikûmetê dipirsin ka di navbera Abdullah Ocalan û wezareta dadê de hevdîtinek heye an na û got hîna bersivek negirtiye. Ufuk bi lêv kir ku mijar çibe divê ji rayagiştî re bê aşkerakirin.

'Tecrîda 5'ê Avrêlê di rojevê de ye'

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Cengîz Çîçek jî got: "Tecrîda 5'ê Avrêlê di esasê de li dijî şoreşa Rojava ye. Ji bo çareserkirina adîlane û demokratîk a pirsgirêka Kurd divê Abdullah Ocalan raste rast bi kadroyên xwe re hevdîtinê bike."
Ji Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê Ebru Gunay jî da xuyakirin ku roja ku Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê derketiye şûnde di bin tecrîdê de ye.


Endama Platformê û Hevseroka giştî ya DBP'ê Emîne Ayna jî têkildarî pêvajoya çareseriyê ya du sale tê meşandin de axivî û wiha got: "Li Dolmabahçeyê yekem car heyetê û dewletê bi hev re daxuyaniyek dan. Piştî vê hevdîtin qût bûn. Ger Tirkiye aştiyê bixwaze neçare Abdullah Ocalan azad be."

Platformê bang li AKP'ê kir û got: "Encamên hilbijartinên 7'ê Pûşberê baş binirxîne. Daxwaza guherînê ya civakê bibîne."

(ch)