DAÎŞ fermana hilweşandina pîramîdên Misîrê da
16:22
JINHA
NAVENDA NÛÇEYA- Xelîfeyê çeteyên DAIŞ'ê Ebûbekir Bexdadî diyar kir ku hilweşandina Pîramîd û Sfenksan a li Misrê erkek oli ye.
Çeteyên DAIŞ'ê dema herêmên weki Iraq û Sûrî dagir kîr, hemû cihên dîrokî û çandî bi awayek hovane hilweşand. Li gor agahiyên ku hatine girtin DAÎŞ îcar jî çav berdaye pîramîdên Misirê. Xelîfeyê DAÎŞ'ê Ebûbekîr Bexdadî diyar kiriye ku hilweşandina Pîramîdên Misrê û Sfenksan wek erkek oli dibînin.
Çeteyên DAIŞ'ê di meha Gulanê de gelek bajar dagir kirin û hemû cihên dîrokî de xwe bicîh kirin. Çeteyên DAIŞê berî çend heftiyan dest bi teqandina cihên dîrokî jî kiribûn. Mînaka herî nêz û girîng jî bajarê antîk ê Palmîra ye ku dikeve nêzî bajarê Tedmûrê ya rojhilata bajarê Hûmisê. Bajarê Palmîra wek tê zanîn di lîsteya Mîrasên Cîhanê ya UNESCO de ye.
Her wiha çeteyên DAIŞ'ê bi dagirkirina bajarê Mûsilê re jî, berhemên dîrokî yên di mûzexaneya Mûsilê de bûn jî tûne kirin.
(ch)