Xizmên windeyan: 'Heta lêborîn neyê kirin, hevrûbûn çênebe em efû nakin'
17:05
JINHA
AMED- Xizmên windayan û ÎHD di çalakiyên hefteya 335'an de li bajarê Amedê, bi şîara ' Bîla winda bên dîtin,kujer bên darizandin' hatin ba hev. Di çalakiya vê heftê de ji bo kujerên Serokê HEP'ê ya Amedê Vedat Aydin ê di sala 1991'an de ji alî kontrayan ve ji mala xwe hate girtin û piştre hate qetilkirin were eşkere kirin û darizandin çalakî pêk anîn.
Endamên Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan çalakiya xwe ya hefteya 335'an bi pankarta "Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin" li Parka Koşuyolê bî tevlîbûna rêveber û endamên ÎHD'ê, Endamên Dayikên Aşitiyê, Rêveberên HDP'ê li dar xistin. Di çalakiyê de pankartê "Albûma Şehîdan" hat vekirin. Malbata Serokê HEP'ê yê Amedê Vedat Aydin ê ku di sala 1991'ê de ji hêla JÎTEM'ê ve hat revandin û qetilkirin tevlî çalakiyê bû. Serokê ÎHD'a Amedê Racî Bîlîcî pêşî Vedat Aydin bi bîr anî û got ku Vedat heta roja ku hat qetilkirin ji bo gelê xwe têdikoşiya. Racî da zanîn ku têkoşîna di nava şert û mercên zehmete de hat meşandin îro rê nîşanî wan dide û anî ziman ku heta hemû kujerên windayan bên cezakirin têkoşîna wan dê bidome.
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin jî axivî û got ku ji bo pêşiya berxwedêran bigirin komkujî pêk anîn û wiha berdewam kir: "Polîtîkaya Tirkiyeyê bi berfirehî tê meşandin. Bi organîzasyonên ku hemû rayedarên dewletê di nav de ne rewşenbîrên gelê Kurd hatin qetilkirin. Heta ku em hesabên vê komkujiyê ji berpirsyaran bipirsin dê ev têkoşîna me bênavber bidome." Veysî Aydin axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Heta lêborîn neyê kirin, hevrûbûn çênebe û edalet pêk neyê em tû kesî afû nakin''
Piştî axaftinan ji bo bîranîna Vedat Aydin û hemû windeyan 5 dq çalakiya rûniştinê pêk hat.
(ch)