SKM û OGK: Çîlem xweparastinê pêk aniye, em li hindê ne
17:44
JINHA
SAMSUN - Çîlem Dogan ya ji alî hevserê xwe ve rastî tundiyê dihat û dema ku hevserê wê xwest fihûşê pê bide kirin wî kuşt, ji jinan daxuyaniyên piştgirî digre. SKM û OGK ji bo Çîlem daxuyanî dan û piştgiriya xwe bi gotina ' Çîlem mafê xwe yê xwe parastina cewherî pêk aniye' eşkere kirin.
Meclîsa Jinên Sosyalîst (SKM) û Jinên Ciwan a Azad (OGK) dan xuya kirin ku Çîlem Dogan a ji ber rastî tundiya hevserê xwe dihat wî kuştiye piştgiriyê didin. Çîlem Dogan ji hevserê xwe Hasan Karabulut veqetiya demekî lê ji ber ku zaroka wan a 9 mehî heye cardin hatin ba hev lê Çîlem cardin rastî şîdetê hat û roja ku hevserê wî jê re got ' ji bo fihûşê xwe amade bike ' û ji ber ku Çîlem ev daxwaza wî qebûl nekir cardin rastî şîdetê hat. Li hember vê rewşê Çîlem êdî sebr nekir û bi çekê li hevserê xwe da û wî kuşt. Piştî girtina Çîlem li ser pirsa ' Tu poşmanî an na?' Çîlem wiha got: '' Ez ne poşmanim, min ji bo namusa xwe wî kuşt. Her tim jin tên kuştin bîla îcar jî mêr bimrin'
Di daxuyaniya SKM û OGK ya li ber navenda ESP'ê ya Samsûnê de pêk anîn diyar kirin ku Çîlem xweparastina rewa pêk aniye, ji ber vê jî piştgiriyê didin u wiha berdewam kirin: '' Dewlet ji bo vîna jinê bişkîne cezayên herî mezin dide buyerên xweparastinê re, lê ji dadgeha ku ji mêrên tecawizkar û kujer re her tim daxistina cezayan pêk tînin baweriya me nîne. Ji ber vê jî jin êdî edelatê bi destê xwe pêk tîne.''
(ch)