YPG: Li Eyn Îsa û Hesekê şer berdewam dike
17:57
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Çapemeniya YPG'ê encama şer û pevçûnên 24 seatên dawi yên bajarê Hesekê û derdora Eyn Îsa ragihandin. Her wiha di encama van şer û pevçûnan de 10 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin û gelek cebilxane hate deste ser kirin. Şer û pevçûnên bajarê Hesekê berdewam dikin.
Navenda çapemeniya YPG'ê bi daxuyenek encama şer û pevçûnên 24 seatên dawî ji çapemenî û raya giştî re ragihand. Daxuyaniya Navenda Çapemeniya YPG'ê wiha ye:
'' Êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya li hember navenda Hesekê dabûn destpêkirin, berdewam dike. Komên çeteyan li başûrê Hesekê êrîşên nû lidarxistin. Piştî êrîşên li hember herêma Pira Spî û gundê Ferhiyê (Ebû Emşê) hat lidarxistin pevçunên dijwar hatine jiyan kirin. Duh çeteyan li hember gundê Ferhiyê, bi 3 maşîneyên teqemenî êrîşek lidarxistin. Hêzên me 2 ji wan maşîneyan di nava çeteyan de teqandin. Çeteyê din jî, maşîne ser xwe de teqand û xwe kuşt. Pevçunên li vê qadê heta seatên êvarê bê navber berdewam kir. Di van pevçunan de 3 maşîneyên din yên leşkerî jî hat ruxandin. Dî encamê de 10 çete hatine kuştin.
'Dî pevçunên li vê qadê 3 rêhevalên me yên leheng gihiştin şahadete.'
Her wiha di van pevçunan de, 3 rêhevalê me yên ku bi lehengî şer dikirin gihiştin şehadetê. Pevçunên li qadê hîn jî cih bi cih berdewam dike.
Komên çeteyan îro demên sibehê li herêma Pira Spî jî êrîşekî nû lidarxistin. Li vir di navbera hêzên me û komên çeteyên ku bi piştgiriya çekên giran êrîş lidarxistin. Pevçunên dijwar li vê herêmê hatin jiyankirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan ji ber li vê herêmê pevçunên berdewam dike de nehatiye zelalkirin. 4 rêhevalê me yên ku bi israr ji bo parastina herême tevdigeriyan, bi lehengî şer kirin û gihiştin şehadete.
'Operasyonên hêzên me ya li Eyn Îsa û derdora vî berdewam dikin'
Piştî pevçunên 5 rojan a li Eyn Îsa û derdora vî de hat jiyîn, hêzên me bi ser ketin û bi hejmarekî zêde çete hatin kuştin. Di xebatên lêgerîneya vê herême de 26 termê çeteyan û gelek cebilxane ketiye destê hêzên me. Xebata lêgerîne hêzên me ya li vê qadê bi awayekî serkeftî bi dawî bûye.
Komên çeteyan doh êrîş birin li ser gundê Genterî ya rojhilatê Eyn Îsa. Piştî destwerdanê hêzên me li qadê pevçun hatin jiyîn. Di encama van pevçunan de êrîşê çeteyan hat şikandin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a li vê herême nehatiye zelalkirin."
(ch)