'Gelê Amedê divê xwedî li Amedê derbikeve'
11:51
Helin Yıldırım/JINHA
AMED - Ketina lîstaya UNESCO 'yê ya Bexçeyên Hevselê ji aliyê welatiyên Amedê ve bi kêfxweşiyek mezin hat pêşwazî kirin. Der barê vê yekê de rêberên turîstan anîn zîman ku, bi vê biryarê li Amedê dê turîzm zindî bibe. Her wiha rêberên turîstan hişyar jî kirin ku welatiyên Amedê xwedî li Bexçeyên Hevselê û Sûran derbikevin.
Bi biryara Civîna 39'emîn a Komîteya Mîrasên Cîhanê ya UNESCO'yê de Surên Amedê û Bexçeyên Hevselê êdî ketin di bin çarçoveya Mîrasa Çanda Cîhanê. Li ser vê yekê li Amedê welatî derketin kolanan û bi coş û kêfxweşiyek mezin vê biryarê pîroz kir.
'Amed navenda turîzma çandî ye'
Hate diyar kirin ku biryara UNESCO'yê wê bandorekê mezin li ser hatina turîstan a herêmî bike. Rêbera Turîstan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Tûlay Er destnîşan kir ku Amed bi kevneşopî, çand û erdnîgariya xwe ve ji bo turîzmê cihekê gelek navendiye lê ev yek, ji ber ku bî salane şerê dijwar tê meşandin nehatiye dîtin. Tûlay da zanîn ku hejmara turîstan li Amedê zêde bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Welatiyên ku derdikevin turîzma çandî, di destpêkê de lêkolînê dikin. Di destpêkê de biryarên xwe ji bo cihên ku ji aliyê UNESCO ve hatine parastin didin. Ev yek jî dê bandorek mezin li ser hejmara turîstên Amedê bike."
'Turîzm dê bandorek mezin li ser Amedê bike'
Rêberê Turîstan ê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Metîn Ozçelîk jî diyar kir ku Amed navendek herî girîng a çanda cihanê ye û wiha axivî: "12 navçe û navenda Amedê jî xwedî dîrokek 7 hezar sala ne. Di van 7 hezar salan de gelek netewên cuda bi hev re jiyandine. Ev jiyandinên hevbeş mirov niha dikare li herêma Sûrê bibîne. Berpirsyariya gelê Amedê jî di vî warî de berdewam dike û divê gelê me ji ber ku Amed ketiye lîsteya UNESCO'yê dest ji xwedîderketina xwe bernede.
'Divê ji vir şûnde xwedî derketinek mezintir hebe."
Turîstê Alman ê bi navê Isabel Ortiz der barê Amedê de nêrînên xwe wiha anîn ziman û wiha axivî: "Min li vir gelek ciwanan bi motîve nas kir. Ciwan, gelek afirînerin û di aliyê siyasetê de jî pir pêşketî ne. Vê yekê jî bandorek mezin li ser min kir. Amed, cihekî gelek xweş û yê bi cewher e. Em dîroka bajêr dibînin û her wiha bêstres û fîşaran em bi kêfxweşî li kolanan digerîn."
(bd/ch)