Di rêyên koçberiyê de vegera ber bi azadiyê ve..
13:53
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE- Malbata gerîlaya bi navê Rahîme Arzu (Adar Cûdî) di salên 1983'an de tên koçberkirin û li Edeneyê bicih dıbın. Rahîme Arzu ya ku li hemberî vê zilm û zordariyê di temenên biçûk de li ber xwe dida bi biryarek girîng û bi gotinên 'Ez ê bifirim çiya' rêya çiyayên azad digire û tevli refên gerîla dibe. Gerîla Cûdî di sala 1999'an de di operasyona ku ji aliyê Serfermandarê Tirkiyê yê niha Necdet Ozel dimeşand de, di encama bikaranîna çekên kîmyevî bi 19 hevalên xwe jiyana xwe ji dest dan. Der barê vê yekê de dayika Cûdî, Hatun Arzu dibêje ku divê berpirsyarên vê komkujiyê bên darizandin.
Çîroka Adar Cûdî di sala 1980'an de li Sipîndarok ê Şirnexê dest pê dike. Di sala 1983'an de malbata Cûdî li hemberî pergala axatiyê serî radike û koçberî Edeneyê dibin û li taxa Gulbahçe ya Seyhan a Edene yê bi cih dibin. Malbata Adar Cûdî rastî tundî, zext û zordariyê tên. Li hemberî vê yekê Rahîme Arzu bi gotinên ' Ez ber bi azadiyê ve diçim' berê xwe dide çiyayên azad.
Adar Cûdî di sala 1999'an de di encama operasyona ku ji aliyê Serfermandarê Tirkiyê yê niha Necdet Ozel ve dihat meşandin, bi munasebeta bikaranîna çekên kîmyevî de bi 19 hevalên xwe ve jiyana xwe ji dest da. Dayikên gerîlayan dema ku Necdet Ozel bûyî Serfermandarê Tirkiyê ji bo darizandina wî serî li dozgeriyê dan lê ev bêedaletiye, bê encam dimîne.
'Dema koçberiyê gelek biçûk bû'
Dayika hatun Arzu çîroka zaroka xwe bi van hevokan destpê dike: "Dema ku em koçber bûn Adara mın hê biçûk bû. Em ji ber zext û zordariya dewlet û axayan koçber bûn û li Edeneyê em bi salan di karên cuda de xebitin. Dewlet a ku em ji welatê me koçber kirin li vir jî zordarî li me dikir. Adar hêj di temenê xwe ye biçûk de li hemberî vê zilmê ser radikir."
'Meleka hemû kesî bû'
Dayika Hatun dibêje ku gerîla Cûdî her roj ji wê re digot ku li hemberî vê zilma li ser gelê Kurd êdî nikare bisekine û axaftina xwe wiha domand: "Zarokek bi tevger, rûken û xwedî vînek mezin bû. Zarokekî jîr û xwedî wîjdan bû. Dema ku em di zeviyan de dixebitîn ji me re nan çêdikir û dianî. Di kesayêta wê de li hemberî hemû mirovan hezkirinek mezin hebû û hewldida ku alîkariyê bide hemû kesî. Di temenê xwe yê biçûk de bibû 'Melek a qenciyê'
'Evîndara azadiyê bû'
Der barê tevlibûna Adar de dayika Hatun hestên xwe wiha vegot: "Rojekê rabû ji min re got 'dayê min xewnek dîtiye'. Min xewna wê jê pirsî û got ku di xewna xwe de gerîla bû û wekî wan digeriya. Demekê şûnde ji min re got dayê ez ê herîm nikarim li van deran bijîm. Her çiqas ez li hember derketibim jî wê ji min re got ku 'Tu kes nikare pêşiya biryara min bigire' û wê bi gotina xwe kir. Êdî evîndarek azadiyê bû. Rojek got ez ê biçim. Ji ber vê xizmên me hatin dîtin û çû."
'Jan a wê di dilê min de bi cih bû'
Dayika Hatun anî ziman ku piştî çûyîna Adar bi rojan ranediket. Dayika Hatun diyar kir ku demekê şûnde ji wê re hinek tiştên xwe şandibûn û axaftina xwe wiha domand: "Lê hevalên wê ji bo ku ez xemgîn nebim ji min veşartibûn. Adara min jî ji wan re gotibû ku 'Dayika min jinek xwedî hêzê hûn hêj nasnakin lê carek din hevalên wê qebûl nekiribû.' Agahiya şehîdbûna Adara me di rojnameyê de girt. Li bejahiya Bilik a Cûdî bi 19 hevalên xwe re di encama çekên kîmyewî de hatibûn qetilkirin. Di wê demê û şûnde êdî janê xwe di dilê min de bi cih kir û dernakeve."
'Evîndara azadiyê bû û em jî şopdarên wê ne'
Dayika Hatun axaftina xwe wiha bi dawî kir: "19 kes bi gazên kîmyewî qetilkirin û kujer hêj nehatine darizandin. Me şîna xwe beriya 4 salan dana û bi hatina heval û hogirên xwe em hinek bi ser xwe ve hatin. Keça min evîndara azadiyê bû û xwedî wijdan bû. Ew rûmeta me ye û em şopdarên rêya wê ne."
(bd/ch))