Hîquqvan di 27'ê Tîrmehê de wê biçin Gemlîk'ê
14:41
Sarya Gozûoglu / JINHA
AMED - Hiquqvanan bal kişandin ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan binpêkirina mafên mirovan e û diyar kirin ku parêzer di 27'ê Tîrmehê de ya herî dawî di 2011'an de hevdîtin pêk anîbûn, ji bo protesto bikin dê li Gemlikê çalakî pêk bînin.
Li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, pergala tecrîdek ya li tû devera cîhanê nehatiye dîtîn tê sepandin ku ji 2011'an heta niha hevdîtîna bi parezeran re bi hinceta ' Xirabûna kosterê' tê astengkirin. Parezerên Abdullah Ocalan, ji bo ev pêkhateyên derhiquqî bi dawî bibe bi pêşengtiya Komeleya Hiqûqvanên Mezopotamya (MHD) û Komeleya Hiqûqvanên Azadîxwaz ( OHD) dest bi çalakiyan kirin.
'Grava Îmralî qada tecrîdê ye'
Meral Atasoy a Hevseroka Şaxa Amedê ya MHD'ê ye der barê çalakiyan de agahî da û diyar kir ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li Grava Îmraliyê ji ji roja ewil heta niha di bin tecrîdê de ye û hebûna gravê bi tena serê xwe qada tecrîdê ye. Meral axaftina xwe wiha domand: '' Di hûkûmeta AKP'ê de her tim tecrît di rojevê de bû, lê ji 27 Tîrmeh 2011'an vir ve tecrît bi awayekî domdar hate berdewam kirin''
'Tecrîda li Îmraliyê binpêkirina mafê mirovan e'
Meral da zanîn kul i gor zagonan divê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 15 rojan carê bi malbat û parezerên xwe re hevdîtînan pêk bîne û wiha axivî: '' Ji alî zagonan de tû astengî tune lê bi awayek hevdîtîn tê astengkirin. Ev tecrît kêfî ye û binpêkirina mafê mirovan e. dewlet li gor xwe û li gor pêvajoyê tevdigere. Dema dikevin tengasiyê tecrîdê radikin lê, dema dixwazin ku hegemonya xwe serwer bikin tecrîdî giran dikin''
' Birêz Abdullah Ocalan sermûzakeravan e '
Meral bi bîr xist ku ji 5'ê Avrêlê heta niha bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtin nehatiye çêkirin û got: '' Heyeta Îmraliyê ji ber pêvajoya aşitiyê dest pê kir diçin greva Îmraliyê û heta niha jî hevdîtîn bi nîzamek berdewam dikir, niha ji ber çî ev hatiye qutkirin?'' Meral destnîşan kir ku AKP gotinên ji bo pirsgirêka Kurd bi rêyên aşitiyê were çareserkirin dikir û wiha pê de çû: '' Sermûzakerevana pevajoya aşitiyê Birêz Abdullah Ocalan e, lê dîsa jî şert û mercên wî nehat sererastkirin. ''
' Hevdîtînên bi Ocalan re divê li ser bingeha azadiyê be'
Meral bal kişand ku polîtîqayên Rojhilata Navîn û demokratîkbûyina Tirkiyê girêdaî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e û wiha berdewam kir: '' Em wek parêzerên ji MHD'ê ji bo tecrîda heyî were rakirin dê di nava tevgerê de bin. Hevdîtinên bi Ocalan re tê kirin jî divê li ser bingeha azadî, ewlehî û tendûristiyê be û divê teqez ev tecrît were rakirin û gavên şênber were avêtin''
' Li hember tecrîdê em ê çalakiyan pêk bînîn'
Meral destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan 10 milyon îmze hatiye top kirin û got: '' Ev ne tiştek ji rêzê ye û divê êdî mîsyona wî were dîtîn ku em ê jî li hember tecrîdê çalakiyan pêk bînin.'' Meral da xuya kirin ku wê bi tevlîbûna OHD'ê jî di 27'ê Tîrmehê de ji bo şert û mercên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan were sererastkirin biçin Gemlîkê û daxuyaniya çapemeniyê bidin û serlêdana hevdîtinê bikin. Meral bal kişand ku ji ber cara dawiyê di 27'ê Tîrmehê de hevdîtîn pêk hatiye çalakiya xwe heman dîrokê de pêk tînin û diyar kir ku ji Tirkiye û Kurdîstanê bi parêzer û parêzvanên mafên mirovan re wê çalakiyan pêk bînin.
Meral di dawiya axaftina xwe de banga pîştgiriyê li hemû hiquqvanan kir û da zanîn ku heta tecrît bi dawî bibe wê çalakiyên xwe bidomînin.
ch)