Eniya Tirkmen: 800 jinên Tirkmen di destê DAIŞ'ê de ne
14:46
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Eniya Tirkmenan a Iraqê diyar kir ku çeteyê DAIŞ'ê ji 800'î zêdetir jinên Tirkmen revandine û jinên ku hatine revandin di destê çeteyan de ne.
Eniya Tirkmenan a Iraqê ragihand ku çeteyên DAIŞ'ê ku par êrîşî Telaferê kirin 800 jinên Tirkmen revandine. Berdevkê Eniya Tirkmenan a Iraqê Alî Mehdî bi daxuyaniyekî nivîskî diyar kir ku salek li ser êrîşên DAIŞ'ê yên li hemberî Telaferê û revandina 800 jinên ku temenê wan biçûkin re derbarbûye, tenê 8 jin ji destê çeteyan hatine rizgarkirin lê ji jinên ku hatine rizgarkirin yekê piştî sê rojan xwe kuştiye.
Alî anî ziman ku niha 800 jinên Tirkmen di destê çeteyên DAIŞ'ê de ne û wiha got: "DAIŞ bazirganiya jinên Tirkmen dike. DAIŞ jinên ku revandine hinek ji wan birine bajarê Reqqa ya Sûriyeyê û yên din jî li Musilê ragirtîne. Çeteyên DAIŞ'ê jinên Tirkmen difiroşe."
Alî da zanîn wan raporek der barê jinên hatine revandin de amade kirine û pêşkêşî Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Iraqê, Komîsyuna Mafê Mirovan, Komseriya Bilind a Mafê Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Konsolosxaneya Tirk a Herêmê kirine.
(ch)