Li Aksarayê mêrek du jin qetil kir, jinek jî birîndar e

15:26

JINHA

AKSARAY- Li Aksarayê, Hakan Ozbulduk, hevsera xwe Gonca Ozbûldûk û hevsera bîrayê xwe Fîlîz Yazgi qetil kir. Di buyerê de xwesiya Hakan Ozbulduk Sevda Yazgi jî birîndar bû.

Li gundê Kumbet a girêdayî navçeya Ortakoy a Aksarayê ye, welatiyê bi navê Hakan Ozbulduk (29) hevsera xwe Gonca Ozbûldûk û hevsera bîrayê xwe Fîlîz Yazgi (32) qetil kir. Hakan Ozbulduk ji ber ku demeke hevsera wî Gonca Ozbulduk (31) malê terikandiye û bi li ser daxwaza wî jî Gonca Ozbûldûk venegeriye êrîş li ser mala Gonca da û hevsera xwe Gonca û hevsera bîrayê xwe Fîlîz Yazgi bi tivingê qetil kir, xwesiya wî jî bi giranî birîndar bu.
Xwesiyî Sevda Yazgi rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Aksarayê. Hakan Ozbulduk jî piştî vê komkujiyê, teslîm bû.

(ch)