Li Rimêlan Navenda Werzîşe hat vekirin
09:22
Ruken Dêrik-Sosin Xaniy/JINHA
Rimêlan - Li bajaroka Rimêlan a giredayî Kantona Cizirê ye jin bi avakirina navenda werzîşê xwe perwerde dikin û komên xwe ava dikin. Endam û hîndekarên navenda werzîşê jî bal kişandin girîngiya werzîşê û dan zanîn ku ji bo hindekariyên pergalê were guhertin civan divê xwe bi her alî perwerde bikin.
Li bajaroka Rimêlanê demek nêz de ji bo jinen ciwan bi armanca tenduristiya rih, mêjû û laş bi hev re were pêkanîn komek werzişê hate ava kirin û perwerdeya werzişi hate dest pê kirin. Niha perwerdeya teorîk û ya werzîşê bi hev re didome. Asta ku di perwedehiyê de hatiye gihîştin dide îspatkirin ku kesayeta zexm jî bi werzîşê gengaz e.
Hîndekarê werzîşê Mahir Mistefa yê li Navenda Werzişê de dixebite anî ziman ku bi rengeki rêk û pêk perwerdehî dibînin û perwerdeya ku serê sibê di heftan de didin dest pê kirin heta ber êvarê berdewam dike. Mistefa axaftina xwe wiha domand: ''Li Kantona Cizire navenda tenise heye, lê em hewldidin ku ev cihên werzîşê zêde bikin ku ciwanên Rojava karibin bi hêsanî xwe bigihîjînin van deran û ji werzîşê sudê wergerînin."
'Pergala heyi dixwaze ciwanan ji fikirandinê qut bike'
Endama Navenda Werzişê Rosa Barkat der barê werzîşê û nêzîkatiya ciwanan de axivî û diyar kir ku pergala heyî dixwaze ciwanan ji fikirandinê qut bike û got: '' Perwerdeya werzîşê ji alî bandora pergala heyî ya li ser ciwana hîştiye ku di mejû de hantalbûyinê çêbike ji holê rake girîng e, lewre ev cangiranî li ser laş û mêjûyê mirovan de bandorek mezin çêdike. Hewldanên me yê ji bo ciwanan jî, ji bo naskirin û hezkirina tenîsê ye. Ciwan dema kû listikê nas dikin, girêdayî vê jê hez jî dikin." Rosa di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanan kir ku tevlî werzîşê bibin û ji alî tendûristiya xwe de baldar tevbigerin.
Endama Navenda Werzîşê Nesrin Salih jî bal kişand ser listika tenîsê û wiha axivî: '' Em lîstika tenisê wek kom dileyizin û kesên ku dixwazin tevlî komê bibin dikarin werin ku heta keç û bav jî bi hev re tên tevlî koma me dibin.'' Nesrîn da zanîn ku werzîş ji bo tendûristiya ciwanan divê esas were girtin û ew jî ji bo pêşxistina cihên werzîşan tevdigerin
Hîndekarê werzîşê ya futbolê Şîrîn Mihemed ji axivî û der barê listika futbolê de hin agahiyan parve kir. Şîrîn da xuya kirin ku koma fûtbolê ya wan ava kiriye tenê ji jinan pêk tê û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Koma me ya fûtbolê heftê 4 rojan tên ba hev û hevalên me yên jin di fûtbolê de jî gelek pêşketîne.'' Şîrîn di dawiya axaftina xwe bang li ciwanan kir û anî zîman ku jin bi werzîşê hêza xwe baştir nas dike û xwe jî bedena xwe jî dikarin bi rengekî coş perwerde bikin.
(rb/ch)