'Çîlem hemberî deshilatdariya mêran serî rakir'
10:55
Asya Tekîn-Nîşmîye Gûler-JINHA
WAN - Piştevaniya jinan a ji bo Çîlem Dogan ku ji ber tundî û zordariyan hevserê xwe kuştibû berdewam dike. Jinên Wanê anîn ziman ku Çîlem xweparastina rewa pêk aniye û hemberî deshilardariya mêran serî rakiriye. Jinan got : '' Ne Çîlem, divê zîhnîyeta mêran ê desthilatdar were darizandin''
Piştevaniya jinan a ji bo Çîlem Dogan berdewam dike. Çîlem ji ber ku bi salan ji alî hevserê xwe ve rastî tundiyê hat û zordariya fihûşê lê dihat kirin di encama xweparastinê hevserê xwe kûşt. Li medyaya komî de pîştevaniya Çîlem her roj diçe zêde dibe û îcar jî jinên Serhedê ji bo Çîlem pîştgirıyên xwe diyar kirin. Jinan da xuya kirin ku Çîlem mafê xwe yê rewa pêk aniye û divê serbest were berdan. Jina bi navê Suzan Taşdemîr, wiha axivî: '' Çîlem li hemberî daxwaza hevserê xwe yê dixwest fihûşê pê bide kirin serî netewandiye û divê tû jinek jî vê tiştî nepejirîne.''
'Çîlem, derbek mezin li zîhnîyeta mêrên serdest xist'
Suzan anî ziman ku wê her tim li pişt Çîlem bin û got: '' Daxwaza me ya ji dadê ew e ku vê bûyerê wek parastina rewa bigre dest. Mêren serdest dixwazin ku her daxwazên xwe bi jinan bidin qebûl kirin û wan wek kole dibînin. Çîlem bi vê çalakiya xwe peyamek pir girîng daye jinan û derbek mezin li zîhnîyeta mêrên serdest xistiye. Çîlem bû raperîna hemû jinan''
'Daxwaza jinan ne kuştin e'
Berîvan Tîmûr jî anî ziman ku çalakiya Çîlem pêk aniye ji jinan çalakiyek rewa ye û da zanin ku divê şert û mercên tê de û sedema çalakiyê baş were nîrxandin. Berîvan axaftina xwe wiha domand: '' Çalakiya Çîlem pêkanînek xwezayî ye. Lewre tû kesî heta niha ji ber rewşa tê de yî alîkariya wê nekiriye. Piştî jin werin qetilkirin rewşa wan tê nîqaş kirin û li hember qetilkirina jinan jî çareserî nayê dîtin. Ji ber vê ji jin mecbûrin ku parastina xwe pêk bînin. '' Berîvan destnîşan kir ku jin bi salane tên qetilkirin an zarokên wan li ber çavên wan hatiye qetilkirin lê dîsa jî daxwaza jinan ne kuştin e û got: '' Divê civak jî vê baş fêm bike.'
'Bedena jinê aîdî wê ye'
Gûlîzar Eplî jî da xuya kirin ku divê bi pergalî nêzî bûyeran bibin û axaftina xwe wiha berdewam kir: '' Kirinên jinê li hember zilma mêran ê li ser laşê jinê pêk tînin re serî rakirinek e. Mêr bi plansaziyê nêzî jinê dibe û wê dikuşe, lê jin neçar nemîne berê xwe dane kuştinê. Çalakiya Çîlem jî li hember van pêkhateyan ser rakirinek e.''
(ch)