'Li Îmraliyê pêşeroja gelan hatiye dîl girtin'
11:31
Öykü Dilara Keskin / JINHA
STENBOL - Parezer û siyasetmedarên jin ên parêzvanên mafên mirovan, balkişandin tecrîda li ser Rêberê PKK Abdullah Ocalan û wiha axivîn: "Her çiqas bedenê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Îmraliyê be jî, bi fikr û wîjdanî azad e. Ji ber vê yekê jî ne Ocalan, aşitî, pêşeroj û azadiya gelan hatiye dîl girtin."
Hevdîtina parezeran û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 27'ê Tîrmeha 2011'an û şûnde bi hincetên wekî 'keştî xerabeye' û 'rewşa hewayî' ve tê astengkirin . Bi astengkirina hevdîtina Abdullah Ocalan û heyeta HDP'ê ya 5'ê Avrêlê ve asta tecrîdê girantir bû. Der barê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de siyasetmedar, parezer û parezvanên mafên mirovan nêrînên xwe bi gotina 'Li Îmraliyê azadiya gelan hatiye dîl girtin' ve anîn ziman. Siyasetmedar Ayla Yıldırım balkişand ser deklarasyona sala 2013'an û got ku divê dîrokê de aşitî di dilê hemû gelên Tirkiyeyê de şîn bûbû.
'Pêwîste şertên muzakereyê wek hev bin'
Der barê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de Ayla nerînên xwe anîn ziman û wiha got: "Di encama siyaseta înkar û tunekirinê de şerekê gelek mezin derket û vê yekê di nava gelan de jan û zehmetiyên mezin bi xwe re anîn. Piştî vê deklarasyonê di nava gelan de cara yekem hêviyên aşitiyê şîn bûbûn. Lê ev pêvajoya hatiye destpêkirin, di astekî ne baş da ye. Aliyên vê pêvajoyê Abdullah Ocalan û PKK ye. Sermûzakerevan di Îmraliyê de hatiye dîl girtin û PKK ji maseya mûzakerê hatiye dûr xistin. Bi van şertan de ne gengaze ku aşitiyek bingehîn pêk bê. Di rewşên wiha de li hemû cihanê her du alî bi heman şertan rûdinin ser masê."
'Ocalan ji hemû kesî bêhtir azad dijî'
Ayla di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku Abdullah Ocalan ji aliyê gelê Kurd ve wek rêber tê qebûlkirin û Ocalan bi fikr û wijdana xwe ve ji hemû kesî zêdetir azad dijî. Ayla axaftina xwe wiha bi dawî kir: " Ji ber vê yekê di Îmraliyê de ne Ocalan, aşitî, pêşeroj û azadiya gelên Tirkiyeyê hatiye dîl girtin. Ji bo pêşerojekî bi ronak û zelal, aşitî ji bo gelên me, ferz e. Her wiha ji bo pêşeroj û azadiya xwe pêwîste ku hemû partiyên siyasî û saziyên sîvîl xwedî li vê pêvajoyê derbikevin."
'Ev yeke dij hiquqiye'
Parezera bi navê Ayşe Batumlu jî di heman mijarê de axivî û got ku rêzdar Ocalan piştî ku di encama komployek a navneteweyî de hatiye girtin û şûnde, rastî tecrîdekî giran hatiye û axaftina xwe wiha domand: "Ev tecrîd û dijhiqûqiye heta niha tu cihên cihanê nehatiye dîtin. Ev yek jî veguheriye rewşa rehîn girtinê. Ev kiryarên dewleta Tirkiyeyê jî hem bêhiqûqiya şere, hem jî dijhiqûqiya rehîn girtinê ye. Piştî ku Girtîgeha Îmraliyê bi Wezareta Edaletê ve hatî girêdan, bi dijhiqûqiyan re rû bir û ma. Her çiqas carna hinek hevdîtin ji aliyê dewletê ve hatibin kirin jî, tu caran wek hiqûqa gerdûnî tevnegeriya."
'Ji ber tirsa şoreşa Rojava tecrîdê giran dikin'
Ayşe got ku ji ber ku Dewleta Tirkiyeyê ji şoreşa Rojava di tirse, tecrîda li ser Ocalan giran dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev yek jî lîstikek gelek bi talûke ye. Lîstikek ew qas bi talûke ye ku dê bandora xwe li hemû Rojhilata Navîn û dewletên navneteweyî bike. Divê dewlet vê rastiyê baş bibîne."
'Tecrîd di nava tecrîde ye'
Alîkara Serokê Komeleya Mafên Mirovan Meral Çildir jî der barê tecrîda li ser Ocalan de ev tişt gotin: "Bi teneya serê xwe hiştina di giravekî de dij hiqûqiye. Navê vê yekê 'Tecrîda di nava tecrîdê de' ye. Meral balkişand ser astengkirina hevdîtinên malbatan û parezaran û wiha pêde çû: "Em wek Komeleya Mafên Mirovan azadiya Abdullah Ocalan dixwazin. Ew rêberê gelekî ye. Kes nikare di şexsê rêberekî de fîşarê li ser gel bike."
'Li hemberî Ocalan rêbazên kontrayî bi kar anîn'
Berdevkê Platforma Ji bo Aşitiyê ji Ocalan re Azadî Parezer Eren Keskin jî da zanîn ku di destpêka girtina Ocalan û şûnde bêhiqûqiyên mezin hatin kirin û wiha dirêjî da axaftina xwe : "Di destpêkê heta niha me gelek caran got ku Girtîgeha îmraliyê ne girêdayî wezareta edaletê ye, girêdayî teşkîlata kontragerîlayê ye. Heta niha li hemberî Birêz Ocalan rêbazên kontrayî hatin bi kar anîn."
Keskîn da destnîşan kir ku tecrîda li ser Ocalan tu hiqûqan de cihê xwe nagire û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ger li erdnigariyame rastiya şerekî hebe, divê ku her du aliyên şerker divê her du alî ji rûnin ser masayê. Ger aliyekî hûn wekî rehîn dîl bigirin, hûn nikarin behsê aşitiyekî jî bikin. Ji ber vê yekê jî divê demildest Ocalan bê berdan."
(bd/ch)