Sûheyla Demîr: Evrîm li nexweşxaneyê de jî slogan diavêt
13:15
Şehrîban Aslan-Nîşmîye Gûler / JINHA
MÛŞ - Evrîm Demîr, li navçeya Kopê ya Mûşê di 14 Tîrmeh 2011'an de bedena xwe da ber agir û di nameya ku nivisandibû de jî diyar dikir ku çalakiya xwe diyarî berxwedana birçîbuna Girtîgeha Amedê ya di 1982' an de pêk hatiye dike. Dayika Evrîm piştî 4 salên ku bê Evrîm derbas bû vegot.
Evrîm Demîr ya16 salî li navçeya Kop a Mûşê dijî, di 14 Tîrmeh 2011'an de li baxçeya mala xwe de bedena xwe da ber agir. Evrîm di nameya ku pişt xwe hîştibû de anî ziman ku ji bo bîranîna Kemal Pîr, Hayrî Durmuş, Alî Çîçek û Akîf Yilmaz vê çalakiyê pêk aniye.
Evrîm dixwest ku tevlî refên PKK'ê bibe lê him ji ber temenê xwe yön bıçûk, him jî ji ber nexweşiya wê ya çavan jî hebû lî Mûşê xebatên ciwanan dimeşand. Dayika Evrîm Sûheyla Demîr anî ziman ku Evrîm ji Mistafa Malkoç ya di 15 Sibatê de li ber çemê Dîcleyê bedena xwe dabû ber agir pir bi bandor bûbû û wiha axivî: '' Evrîm dema di televizyonan de nuçeya Mistefa Malkoç didît pir bi hêrs dibû. Ez pê de diqeherîm lê wê digot ' min serî daye ser vê rê, çi pêwîst be ez ê vikim' wê gavê min nikarîbû tiştek bigota''
'Evrîm pir bêdeng û serkeftî bû'
Sûheyla Demîr li ser kesayeta Evrîm axivî û da zanîn ku Evrîm ji zaroktiya xwe her tim pir bê deng bû û di dersên xwe de jî pir serkeftî bû. Sûheyla bî lêv kir ku Evrîm her tim behsa PKK'ê dikir û di xebatên ciwanan de dixebitî û wiha dom kir: '' Pîrtûk ji destê wê kêm nedibû, pir dixwend û evîna çiya her tim di dîlê wê de bû. Lê ji ber k udi çavên wê de pirsgirêk hebû negirtin refên gerîlla, ew jî di xebatên ciwanan de cîh girt.''
'Ji te re name dinivîsinim'
Dayika Evrîm da zanîn ku roja Evrîm çalakî pêk bîne çûye tîner sendiye lê jê re gotiye 'Ez diçim Dersxanê' Sûheyla diyar kir ku ev amedekariyên Evrîm qet fêm nekiriye û got: '' Roja çalakî pêk anî em bi hev re bûn. Evrîm televîzyonê temaşe dikir. Destê wê de kaxizek hebû û bênavber hin tiştan dinivisand. Dema min got ' Tu çi dinivisîne' kenî û got ' Ez ji te re name dinivisînim.' Ji ber ku xwendin û nivisandina min tune bû min fêm nekir çi dinivisîne. Dema razandinê jî nehat ba min û derbasî jura xwe bû.''
'Di nexweşxaneyê de slogan diavêt'
Sûheyla da zanîn ku hevserê wê berî raketinan derketiye baxçê û wê gavê jî bangî wê kiriye. Sûheyla anî ziman ku bi bangawaziya hevserê wê derketiye baxçê û hevserê wê gotiye jinek kuştine û avêtine baxçê. Sûheyla axaftina xwe wiha domand: '' di bin darekî de dengê nalîna jinek dihat. Dema em nêzî wê bûn, me dît ku Evrîm e. Tû carî tiştek wisa ji bîra me derbas nedibû ku Evrîm çalakiyek bi vî awayî bike. Evrîm dema min dît av ji min xwest. Destê û piyên min li nava hev geriyabû û min nizanibû ku çi bikim. Min dema av da wê destê xwe bilind kir û got 'Bijî Serok Apo' Evrîm li nexweşxanê jî her tim slogan diavêt. ''
' Ji bilî aşitiyê dawxaza me tune'
Sûheyla bi lêv kir ku ji bo keçika xwe winde kiriye pir êş kişandiye lê dev ji daxwaza xwe ya aşitiyê bernedaye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Êdî bes e, heta kengê wê zarokên me jiyana xwe ji dest bidin? Dewlet li vê erdnîgariyê de dayikek negirî nehiştiye. Kurd heta kengê wê êş bikşîne? Ji bilî aşitiyê dawxaza me tune''
(ch)