MEH: Êrîşên Nînova, Palmîra, bend û kalekolan heman e

13:24

Bêritan Elyakut/JINHA

AMED - Wekî Qirkirina çandî ya ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve li Palmîra û Nînovayê, Dewleta Tirkiyeyê jî bi bendav û kalekolan ve li ser xwezaya Kurdistanê heman qirkirinê bê navber pêk tîne. Der barê vê yekê de Aktîvîsta Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Nesîme Atli axivî û got ku nirxên mirovahiyê û xwezaya Rojhilat a Navîn bi navê şîdeta bi pergalî û polîtîkayên ewlehiyê tê tunekirin.

Li gel qirkirinên gelan; her wiha tunekirina xweza, dîrok û çandê jî li erdnigariyê avabûna mirovahiyê ango Rojhilata Navîn bê navber didome. Êrîşa çeteyan a li ser bajarên antîk ên Palmîra û Nînovayê hêj di hişê gelan de ye. Her wiha li Kurdistanê jî heman qirkirinên li ser xwezaya bi navê 'kalekol, bendav, rê, HES û hewd. bê navber didomin. Li hemberî vê qirkirina dîrok û xwezayê tevgera ekolojîk biryara çalakiyan da.

'Koçberiyekî nû ketiye meriyetê'

Nesime der barê vê yekê de got ku di sedemên koçberkirinê de sotina gundan, HES, bendav û valakirina gundan bandorê herî mezin li ser gel dikin. Nesîme wiha got: "HES û bendavên niha li bakurê Kurdistanê tên kirin ji ber ranta desthilatdariyê tên çêkirin. Ava ku di hemû cureyên hilberînê de tê bikar anîn, niha bi vê rêbazê digirin bin kontrola xwe û bi vê yekê re cotkaran muhtacê xwe dikin. Hilweşandinek gelek mezin li ser gelê kurd hatiye çêkirin. Ev kiryarên wan ên dawî jî rêbazên nû yên xerakirinê ne. Bi çêkirina bendavên li ser cihên dîrokî gel bi darê zorê tê koçberkirin."

'Armanca bendavan koçberkirina metropolan e'

Nesîme di berdewamiya axaftina xwe de got ku mirovahî bi çêkirina bendav û kalekolan ve ji bo pergala qapîtalîzmê dibe xwarin û nerînên xwe wiha anîn ziman: "Bi vê rêbazê ve têkiliya kesî bi civakbûnê re qut dibe û dibin xelekek lawaz. Mînak Heskîf a ku ber bi namzetiya Lîsteya Mîrasa Cihanê UNESCO yê ve diçe bi bendavê Ilisuyê ve ber bi tunebûne ve diçe. Her wiha çêkirina bendava Sîlwanê jî dê cihekî wekî Godernê ya dîrokî dê bimîne bin avê de."

'Xerakirin li ser heman hişmendiyê tên pratîzekirin'

Nesîme diyar kir ku hişmendiya çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirkiyeyê wek heve û wiha axivî: "Heman hişmendî xwe li Heskîf û Goderneyê dide xuyakirn.Van qirkirinan jî di bin navê bendavan de vedişerin. Lê gel êdî şiyar bûye û rê nade vê qirkirinê. Îhaleya van kalekol û bendavan ji aliyê qeymeqamtiyê ve di sîteya wan a Web'ê de tê parvekirin û ji aliyê cerdewanan ve tên parastin.

'Li Kurdistanê mirovahî tê tunekirin'

Nesîma di axaftina xwe de balkişand ser ewlehiya bendavan de û got ku bendav û kalekol ji aliyê cerdewanan ve tên parastin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev hêza paramîlîter a ku li ser gelê kurd îmze avêtiyê bin hemû zilm, qirkirin, şîdet û tunekirinan li pêşiya gel derdikevin û ev yek jî rûmeta mirovî dişkîne. Li hemberî vê qirkirina mirovahiyê emê hemû rêbazên demokratîk bersivê bidin."

Nesîme wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dibêjin ku bendavê Sîlwanê bi munasebeta avdanê û ernejiyê tê çêkirin lê gaza kevirê ya ku di encama derizandinahîdrolîkê ve tên derxistin tevli ax û avê dibe û ev yek jî zirarekî mezin dide."

(bd/ch)