Ji bo şervana YPJ Ceylan Oztoktaş mewlûd hate dayin
13:59
JINHA
WAN - Ji bo şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (amara Egîd) ê di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Bêgiriya Wanê mewlûd hat dayîn.
Şervana YPJ'ê Ceylan Oztoktaş (Amara Egîd) di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de li bajaroka Sîrînê ya Kobanê jiyana xwe ji dest da û li taxa Dagorena Bêgiriya Wanê hatibû definkirin. Malbata Oztoktaş ji bo keça xwe li konê sersaxiyê mewlûd xwend. Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Remzî Ozgokçe, Hevşaredarên DBP'ê yên Ebex û Bêgiriyê û rêveberên DBP, HDP û MEYADER'ê û gelek welatî tevli mewlûdê bûn.
Konê sersaxiya ya ku bi posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, wêneyên Ceylan û alên PKK û KCK'ê hat xemilandin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê Hevserokê DBP'ê yê Bêgiriyê Vahyettîn Uca axivî. Vahyettîn diyar kir ku ev demek dirêje gelê Kurd têkoşîna azadiya ji bo hemû gel, bawerî û olan têdikoşe.
Hevşaredara Bêgiriyê Safure Guneş jî anî ziman ku gelê Kurd tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedaye û wiha axivî: "Bi salan e gelê Kurd can û malê xwe daye lê tu caran dest ji têkoşîna xwe bernedaye. Di vê têkoşînê de êşên gelekî mezin hatin jiyîn. Bi salan e qêrîna yên ku îşkence dîtine nehatiye bihîstin. Her canezayê şehîdê tê dilê dayikan dişoje, li gel vê yekê dayik êşên xwe di dilê xwe de dihêle û dibêje bila serê Serok Apo sax be. Em li wir careke din soza ku têkoşîna rêheval Amara bidomînin didin."
Mele Saîd Mûrsî jî got ku ew feraseta Erdogan û DAIŞ'ê qebûl nakin û ev tişt anî ziman: "Têkoşîn bawerî ye. Bi salan e li ser navê îslamê li ser Kurdan komkujiyê ferz dikin. DAIŞ li ser navê îslamê cinayetan dike. Em ji îslama Hz. Muhammed bawer dikin."
Rêveberê MEYADER'ê Cemal Sezgîn jî got ku ev têkoşîna tê dayîn ji bo hemû mirovahiyê ye.
Piştî axaftinan dua hatin xwendin û gel bi xwarina mewlûdê fitara xwe vekirin.
(ch)