YJA-Star û ciwan zêviyên esrar lê te çandin şewitandin
14:33
JINHA
AMED- Gerîlayên YJA Starê li navçeya Licê ya Amedê ji bo gelê navçeyê esrar û kenevîra hînt neçînin, hişyar kirin. Erdên esrar lê hatibûn çandin, hatin tespîtkirin û piştî hişyariya gerîlayên YJA Starê, esrara hatibû çandin ji aliyê ciwanan ve hat îmha kirin.
Dewleta Tirk ji bo ciwanên Kurd fêrî tiryakê bike, wek parçeyekî siyaseta xwe li navçeya Licê ya Amedê hilberîna esrarê zêde dike û ev bi mudaxaleya gerîlayên YJA Starê tê astengkirin. Gerîlayên YJA Starê li Licê ji bo gel esrar û kenevîra hînt neçînin, hişyar kir. Erdê lê esrar hatibûn çandin hatin tespîtkirin û ji aliyê ciwanan ve hatin şewitandin û îmhakirin.
Erdê esrar lê hatibû çandin ê nêzî gundê Bayirli ku wek Herêma Şehîd Ferhat tê zanîn, piştî hişyariya gerîlayên YJA Starê, ciwanan da ber agir. Nêzî 1800 kok nebatê esarê hat şewitandin û ciwanan diyar kirin ku wê heta dawiyê li dijî polîtîkaya qirêj a dewletê têbikoşin.
(ch)