'Tu bi xêr hate Dersîmê, cem Sakînê."

15:11

JINHA

DERSÎM- Cenazeya Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut ya li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji deste da li Dersîmê di Goristana Asrî de hat defin kirin. Dayîka Sîbel Zekiye Bulut di merasîmdê de wiha got: "Tu bi xêr hate Dersîmê, xêr hate ser axa xwe û cem Sakîne."

Cenazeyê Şervana MLKP'ê Sîbel Bulut (Sarya Ozgur/Eylem Denîz) a ku di 12'ê Kanuna 2014'an de li Kobanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Goristana Asrî ya Dersîmê hat definkirin. Ligel malbata Sîbel parlementerên HDP'ê yên Dêrsîmê Edîbe Şahîn, Alîcan Onlu, hevşaredarên Dersîmê, MEYADER, HDP, DBP, DHF, ESP û gelek welatî tevlî merasîma cenaze bûn. Dayîka Sîbel Zekiye Bulut darbesta keça xwe hembêz kir û wiha got: " Tu bi xêr hate Dersîmê, xêr hate ser axa xwe û cem Sakîne." Cenazeya Sîbel li Goristana Asrî bi dua û dirûşmeyan hat definkirin.

'Sîbel ji bo qêrîna gelên bindest beziya'

Piştî rêzgirtinê, Serokê Rêxistina ESP'ê yê Dersîmê Alî Ekber Kaya axivî û diyar kir ku Sîbel li hemberî geşedanên li Kobanê dihatin jiyîn xwe negirt û ji qêrîna zarok, jin û gelên bindest re beziya. Alî Ekber anî ziman ku li cihê Sîbel lê jiyana xwe ji dest da bi hezaran şervanên azadiyê şer dikin û wiha got: "Bi Rêheval Sara re dê Rêheval Sarya jî bibe pira şoreşa jinê."

Hevserokê Şaxa MEYADER'ê ya Dersimê Sudiye Tosun jî diyar kir ku ji sembolên şoreşa jinê ya Rojava yêk jî Sîbel e û wiha got: "Dibe Sarya heval tevlî govenda serkeftinê nebe lê dê her tim di têkoşînê de bi stranan û bi govendê bijîn."

Piştî axaftinan girseyê qurnefîl danîn ser goristana Sîbel Bulut.

(ch)