Benazîr bi baweriya azadiyê berê xwe da çiya
09:16
Vîldan Atmaca - Nîşmîye Gûler / JINHA
WAN - Malbata Benazîr Sonmez ( Rûken Wan) ya di pevçûna bi DAÎŞ'ê re, bi pêlêkirina mayinê jiyana xwe ji dest da anî zîman ku Benazîr li hinda rêhevalên xwe dilşad bû. Xwîşka Benazîr Mîzgîn wiha axivî: '' Azadî li çiya ye, dema li çiya têkoşîn tê kirin armanca jiyanê jî hê baştir tê fêmkirin.''
YPJ/YPG ya li hemberî DAÎŞ'ê berxwedanek mezin dide bû hêviya hemû gelê Kurdîstanê û heremê. Yek ji wan kesan jî şervana YPJ'ê Rûken Wan ( Benazîr Sonmez) e.
Benazîr, li mezraya Çilgi ya gundê Teraxûn a navçeya Gûrpinar a Wan ê ye. Benazîr, di 2011'an de tevlî refên PKK'ê dibe û di 2012'an de jî derbasî Kobanê dibe û tevlî şerê ku li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê tê dayin dibe. Benazîr di berxwedana Kobanê de ya ji hemû cîhanê re bû mînak demek dirêj li ber xwe da, lê di 6' Puşberê de dema ji bo alîkariya hevalên xwe bike çû pê li mayinê kir û jiyana xwe ji dest da. Malbata Benazîr ya behsa kesayeta wê dikir anîn ziman ku, Benazîr ne bi malbatê re, bi rêhevalên xwe re dilşad bû.
'Benazîr keçek wêrek û jîr bû'
Dayika Benazîr Adîle Sonmez diyar kir ku Benazîr di 20 saliya xwe de tevlî refên PKK'ê bûye. Adîle anî ziman ku xwedî 11 zarokan e û wiha berdewam kir: '' Lê di nava zarokên min de ya herî wêrek û jîr Benazîr bû. Ji ber ku bavê wê nexweş bû, ew çek di desta de heta serê sibê nobetê digirt.'' Dayika Adîle got: '' ji ber ku min Benazîr neşand dibistanê, ez pir pê xemgîn dibim''
'Xwîşka min bi rêhevalên xwe re rûken dibû'
Xwîşka Benazîr Zûbeyde Aktaş, da zanîn ku Benazîr bi kesayeta xwe ji wan cuda bûye û her tim dixwest tenê bileyze.Zûbeyde axaftina xwe wiha domand: ''Benazîr me hemûyan dikenand lê me tû carî dikarîbû wê bida kenandin. Piştî ew çû, me dît ku bi rêhevalên xwe re dikene û dilşad e. ji xwe navê xwe jî li gor vê girtiye.'' Zûbeyde anî ziman ku roja Benazîr wê tevlî PKK'ê biba pir kêfxweş bûye û got: '' Wê rojê zarokên min nexweş bû û ez ji vê kêfxweşiya wê hinek şikestim. Lê piştre me fêm kir ku têkoşîna azadiyê rûyê wê dikenîne. Ji xwe cara yekem me wê hewqas bextewar dît û ev bû cara dawî jî ji bo me.''
'Heger ez şehîd bikevîm jî ez aîdî rêxistinê me'
Zûbeyde bi lêv kir ku çûyina Benazîr ji bo wan ne tiştek nebûyî bû lê demek pêşwext bû, lewre Benazîr her tim gotina xeyal û armancên xwe dikir lê tû carî ji wan re venedigot. Zûbeyde wiha axivî: ''Piştî çû jî li me geriya, pirsa me kir û got ' Ez pir bextewarim, ez gihiştim armanca xwe û heger ez rojek şehîd bikevim jî aîdî rêxistina xwe me. ' Zûbeyde diyar kir ku Benazîr her tim ji wan re digot ' Gelê Kurd û jin divê tim di nava berxwedanê de bin, lewre bê şer û têkoşînê serkeftin nayê bi dest xistin'
'Azadî li çiya ye'
Mizgîn Sonmez der barê xwîşka xwe Benazîr de axivî û da zanîn ku Benazîr xwedî kesayetek wêrek û zexm bû û bi wê re wek dayikek eleqedar dibû, alîkariya waneyên wê dikir. Mizgin diyar kir ku Benazîr ji razandinê hez nedikir u got: '' Çend seat xew têrî wê dikir. Wek qutiyek girtî bû, dema çu çiya tenê ji hevalên xwe re dilê xwe vekir. Her tim digot ' bila jinên ciwan ji bo azadiya xwe têbikoşin, lewre azadî li çiya ye. Li vir armanca jiyanê û mirinê heye lê li bajêr mirov ji bo çi jiyan dike ne diyar e.''
'Armanca jiyana xwe baş hilbijêre'
Mîzgîn bi lêv kir ku bi Benazîr re cara dawî berî hilbijartinan di telefonê de axivîye û diyar kir ku xwîşka wê Benazîr jê re gotiye ' Armanca te bila ne tiştên hêsan be û girêdayî tû kesan nebe, li ser lingên xwe bisekine. Armanca jiyana xwe baş hilbijêre. Dibe ku ez carek din nikaribim li we bigerimî xwedî li malbatê, li xwîşk û xwarziyên xwe miqate be' Mîzgîn wiha berdewam kir: ''Piştî vî axaftina wê çend roj derbas bû, agahiya şehadeta wê hat.'' Bavê Benazîr Nîyazî Sonmez helbesta ku piştî agahiya şehadeta keçika xwe girt nivisandiye xwend û anî ziman ku navê keçika xwe ji Serokwezîrê yekem ya Pakîstanê Benazîr Butto girtine û got: '' Keçika min jî wek Benazîr Butto têkoşer bû. Ez bi keçika xwe serbilindim''
(ch)