'Azmûna TEOG bandorek neyini li ser xwendekaran kir'

09:17

Şehriban Aslan / JINHA

AMED - Sekretera EGİTİM-SEN a Malî ya Şaxa Amedê Emîne Gûl, da zanîn ku azmûna TEOG a îsal bandorek neyinî li ser xwendekaran kiriye û bi taybetî jî xwendekarên keç maxdûrîyetên mezin dijîn û wiha axivî: ''Gelek malbat naxwazin ku zarokên xwe bişînin lîseyên Îmam Hatîbê û di vî warî de herî zêde zarokên keç maxdûr dibin.''

Azmûna îsal ya ji bo derbasbûyina Dibistana Navîn (TEOG) piştî betalkirina pirsan, şokek din da jiyandin. Xwendekarên ku ji olên cuda ne û ji waneyan olî mûaf hatibûn girtin, di azmûnêde puanên wan wek ketibin waneya Çanda Olî û Zanyariya Exleqî û sifir girtibin hate hesibandin. Emîne Gûl anî ziman ku puanên TEOG sê caran tê hesibandin û got: '' Malbat û zarokên wan li gor azmûna par, îsal mexdûryetek hê mezin jiyandine. Pirsgirêka herî mezin jî îsal dê 3 hezar xwendekar li tû lîseyê nikaribin qeyda xwe bikin.''

'Dibistan tenê ji diwaran pêk hatiye'

Emîne diyar kir ku Wezareta Perwerdê ya Neteweyî pewistiyên civakê bi cîh nayne û wiha berdewam kir: '' Perwerde piranî li ser avakirina kadroyên sîyasî tê dayin. Bi azmûna TEOG'ê ve asta lîseyên Anatolîa jî hate xistin. Xwendekar niha di dibistanên 40-50 kesan de perwerdê dibînin. Tiştên ku di dibistanan tê kirin ji rûtîna ketina waneyan û derketinê pêştir nîne.'' Emîne bal kişand ku dibistan piranî hilweşandîne û di navbera pergala perwerdeyên alî Tirkiyê û Kurdîstanê de cudahiyek mezin heye. Emîne wiha pê de çû: ''Ya herî girîng ji perwerdeya zimanê dayikê nayê dayîn û ji her alî de newekheviyek kûr heye. Ji ber vê jî di hemû azmûnan de bajarên Kurdîstanê li paş dimîne''

'Ji encama azmûnan herî zêde zarokên keç bi bandor dibe'

Emîne destnîşan kir ku ji encama azmûnan herî zêde zarokên keç bi bandor dibe û wiha dirêjî da axaftina xwe: '' Xwendekarên ku puanên wan kêm e, nikarin biçin lîseyên Fen an jî Anatolyayê û ji ber ku malbat piranî naxwazin ku zarokên wan biçin lîseyên Îmam Hatîbê zarok, piranî jî ya keç mexdûr dibin. Ev jî pêşiya zewacên di temenê biçûk de vedikin. Ji xwe ev pergal jî wek biryara Dadgeha Makezagonê ya pêşiya zewacên bi nikaha îmam vedikirî her tim pêşiya jinan digre û wan dixwaze jinê mehkûmî malê bike.''

'Pergala azmûn û perwerdehiyê divê were guherandin'

Emîne bal kişand ser pergala azmûnê ya Tirkiyê û diyar kir ku pergala heyî nabe bersiva pewistiyên civakê û newekheviyek derdixîne holê. Emîne got: '' Divê zarok karibin di dibistanên bi dilê xwe de bixwînin.'' Emîne cara dawiyê behsa xwendekarên ku ji olên cuda ne kir û destnîşan kir ku divê pergala azmûn û perwerdehiyê were guherandin.


(ch)