Meclisên jinan dê li her qadê tevlî biryaran bibin
09:56
JINHA- Asya Tekin/ Nişmiye Gûler
WAN - DBP a bi pergala hevserokatiyê li Tirkiyê bû mînaka yekemîn niha jî li rêveberiyên heremê de bi meclîsên xwe yên jinan xebatên xwe berfireh dikin. Hevseroka Şaredariya Edremîtê Rojbîn Sevîm Çetîn der barê vê mijarê de wiha axivî: ''Meclîsên jinan li hemberî binpêkirina mafê jinan wê bibe qada hilberîna polîtîqaya jınê.''
Têkoşîna jinan a rêveberiya heremî de bi destkeftiyên di sala 1999'an de ya 3 Serokatiya şaredaran bi dest xistibûn dest pê kir û bi pêşketinan berdewam dike. DBP piştî pergala hevserokatiyê, pêşengiya modelek nû ya meclîsa jinan a rêveberiya heremî dike. Hevseroka Şaredariya Edremîtê Rojbîn Sevîm Çetîn axaftina xwe wiha domand: '' Ji dema şaredarî di destê me de ye em hewldidin ku pergala hiyerarşiyê ji nava xwe derxînin. Armanca me ya yekemîn jî çareserkirina pirsgirêkên jinan e, û xurtkirina pîştevaniya navbera jinan e. ji ber ku jin karibin tevlî biryaran bibin û çalak bin jî em derbasî pergala meclîsê bûn.''
'Li cihê koordînasyona heremî dê meclîs ava bibe'
Rojbîn diyar kir ku meclîsa jinan a rêveberiya heremî li hemû navend û navçeyên şaredariyên DBP'ê dê were ava kirin û got: '' Meclîsên jinan a tê avakirin wê berî meclîsên giştî bicivin û biryarên ku girtine di civîna meclîsa şaredariyê de wê ji ser navê komisyonên giştî û komisyona jin û mêran wek pêşnîyazname ji meclîsê derbas bikin.'' Rojbin da zanin ku meclîsa jinan li hemberî zayendperestiya civakê dê polîtîqayên jinê biafirîne û li gor wê di komîsyonan de peşniyarên jinan bîne rojevê, pêşniyaznameyan amade û pratîze bike.
'Ji derveyî şaredariyê jî jin wê tevlî meclîsê bibin'
Rojbîn anî ziman ku meclîsa jinan a rêveberiya heremî ji xebatkarên şarederiyê pêk tê u axaftina xwe wiha domand: ''Ji bo demên pêşiya me xurtkirina meclîsan ji bo me esas e. Armanca me ji bo di meclîsan de biryarên xurt were girtin û pirsgirêkên civakê berfirehî were nîqaş kirin ji derveyî şaredariyê jî jinan tevlî meclîsê kirine. Ji ber vê jî nûnerên jin a saziyên civakî, ji tevgera jinê, kesên akademîsyen û tevlîbûna ji nava gel ji bo me girîng e. Meclîsên jinan a heremî ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan dê bibi qada hilberîna polîtîqayên nû.''
Endama Meclîsa Giştî ya Colemergê Sîbel Çapraz da xuya kirin ku bi avabûyina meclîsan jin dê xwe bi rêxistin bikin û tevlî jiyanê bibin. Sîbel bi bîr xist ku hemû biryarên di hereman de tê girtin jinan jî eleqedar dike û ji ber vê di hemû şaredariyên DBP'ê de meclîsan ava dikin. Sîbel da zanîn ku niha di meclîsan de tenê xebatkarên jin a şaredariyê cîh digre û got: '' Niha armanca me rûniştandina vê pergalê ye, piştre em ê ji derveyî şaredariyê jî tevlîbûna jinan pêk bînin.''
Jin dê bibin dezgeha biryardayinê
Sîbel destnîşan kir ku di biryarên civakî de wê êdî jin bibin dezgeha biryardayinê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Meclîsa jinan dê berî meclîsa giştî werin ba hev û biryarên ku ji meclîsê derkeve wek pêşniyazname wê pêşkeşî komîsyona bikin. Ji bo li gor hereman û jiyana jinê qadên jiyanê were çêkirin dezgeha biryardayinê ya yekemîn dê meclîsa jinan be.''
(ch)