Ji Dayikên Aşitiyê banga alîkariya Kobanê

10:14

JINHA

AMED -Meclîsa Dayikên Aşitiyê bi daxuyaniyek diyar kirin ku fitre û zekatên xwe wê bi heyeteki bişînin Kobanê û bang li hemû kesan kirin ku fitre û zekaten xwe bişinin Kobanê.

Helmeta ku 'Fitre û zekatan bişînin Kobanê' ya bi hevpariya Şaredariya Bajara Mezin a Amedê û şaredarên girêdayî navendê hat dest pê kirin berfireh dibe. Dayikên Aşitiyê jî bi daxuyaniyek diyar kirin ku wê fitre û zekatên ku top kirine bişînin Kobanê. Endamê Meclîsa Dayikên Aşitiyê Havva Kiran der barê mijarê de agahî da û bal kişand ku li Kobanê çend caran êrîş û qetlîam pêk hatiye û ji bo kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji daye re sersaxî ji gelê Kurd xwest. Havva bi daxwaza aşitî, wekhevî û biratiyê meha Remezanê piroz kir.

' Em ê pêşiyê êşên wan parve dikin'

Havva da zanîn ku helmeta ku şaredarî daye dest pê kirin piştgirî didinê û wiha axivî: '' Em ê fitre û zekatên xwe top bikin û bi heyetekê re bişînin Kobanê. Em ê pêşiyê êşên wan parve bikin, piştre alîkariyên anîne belav bikin. ''
Havva di daxuyaniyê de bang li hemû kesan kir û got: ''Ji bo Rojava û bi taybetî jî ji bo Kobanê bila her kes alîkariyan top bikin û bila bêjin ' Ez jî he me.'

'Hemû Kurd divê alîkariya zarokên Kobanê bikin'

Ji endama Meclîsa Dayikan Kudret Eryilmaz jî bal kişand ser rewşa gelê Kobanê û da xuya kirin ku ji ber şerê domdar gel di şert û mercên giran de dijîn. Kudret axaftina xwe wiha domand: '' Em wek Dayikên Aşitiyê çi ji destê me were em ê bikin. Ji heval û hogirên xwe re û ji hemû gelê Kurd re bangawaziya me ye; Roj roja yekitî û biratiyê ye. Hemû Kurd û kesên mafê mazlûman diparêze divê alîkariya zarokên Kobanê bikin, fitre û zekatên xwe bişînin Kobanê.''

'Gelê Kobanê wê zanibe ku Kurd li ba wan e'

Kudret diyar kir ku kesên bixwazin fitre û zekatên xwe bişînin Kobanê dikarin bi Meclîsa Dayikên Aşitiyê re têkevin têkilîyê û wiha pê de çû: '' Kêm zêde ferq nake, em ê alîkariyên ku hatiye top kirine bi heyetek re bişînin Kobanê. Bi vî awayî gelê Kobanê wê zanibe ku gelê Kurd li ba wan e. Niha herî zêde pêwistiya wan li alîkariya me heye ji bo ew dixwazin ku hemû kes bi hestiyarî tevbigerin.''


(ch)