Reyhan Yalçindag: Li ser gelê Kurd tecrît tê sepandin

11:27

Sarya Gozûoglu / JINHA

AMED - Parêzer Reyhan Yalçindag destnîşan kir ku divê di demek herî nêz de bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtin were kirin û got: '' Dewlet dengê Rêberê gelê Kurd ku tenê ji bo aşitiyê dixebite hewldide ku qut bike. Ev jî tê wê wateyê ku ne tenê li ser kesekî li ser gelê Kurd jî tecrît tê sepandin.''

Bertekên ku li hemberî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tê sepandin berfireh dibe. Abdullah Ocalan ji 27 Tîrmeh 2011'an ve bi parêzerên xwe re, ji 5'ê Avrêlê heta niha jî bi Heyeta Îmraliyê re hevdîtînan nikare bike.

Parezer Reyhan Yalçindag der bare tecrîdê de nirxandinan kir û da zanîn ku tecrît ne mijara îro ye,16 sale li Greva Îmraliyê hiqûqa netewî û navnetewî tê binpêkirin. Reyhan anî zîman ku pêvajoya darizandinê jî dijhiqûqî bû.

' Di gel manîfestoya dîrokî tecrît berdewam dike'

Reyhan bi lêv kir ku dem dem tecrît hê girantir dibe û birêz Abdullah Ocalan ne bi malbatê re ne jî bi parezeran re hevdîtînan pêk nayine û wiha axivî: '' Di gel manîfestoya dîrokî tecrît berdewam dike, ev ne tiştek were pejirandin e.'' Reyhan bal kişand ku bi tecrîdê, mafê Abdullah Ocalan ya serlêdanên hiqûqî jî tê asteng kirin û got: '' Rêgeza Neteweyên Yekbûyî ya Standartên Girtîgehan û Peymana Mafê Mirovan a Ewrupa jî tune tê hesibandin.''


'Kurd seknekî dîrokî pêk tîne'

Reyhan diyar kir ku ji bo pêvajoya çareserî veguhere aşitîyek mayinde gelê Kurd seknekî dîrokî pêk tîne û axaftina xwe wiha berdewam kir: ''Li hember hemû êrîş û provakasyonan alî Kurda sekna xwe naguherîne û berxwedanek mezin dide. Hemû êrîş ji bo xirabkirina pêvajoyê tê kirin û dewlet soz û protokolên ku hatiye qebûl kirin binpê dike.''


'Tecrît ne li ser kesekî tê pêkanîn'

Reyhan bi bîr xist ku dewlet ji bo PKK çek berde her tim bangawaziyan dike û wiha berdewam kir: '' Piştî hibijartinan divê hikûmet ava bibe û Komîsyona Rastiyan û ya Şopandinê ava bibe. Birêz Abdullah Ocalan di demên herî xetere de jî bû dengê gelan û ya aşitiyê. Dewlet jî niha hewldide ku vî dengê aşitiyê qut bike. Ev jî tê wê wateyê ku tecrît ne li ser kesekî tê pêkanîn, li ser gelê Kurd tevahî tecrît tê sepandin.'' Reyhan da xuya kirin ku piştî hilbijartinan divê rayedarên dewletê daxwaza gel baş binîrxanda lê ev pêk nehat û 6 mîlyon însan tune hat hesibandin û got: ''Lê divê piştî hilbijartinan bi birêz Abdullah Ocalan re hevdîtin bihata kirin'' Reyhan axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Li hember daxwaza gel a çareserî û aşitiyê heger tecrît were pêşxistin û bejîn ' em we nasnakin' ev ê bibe sedema kaosê û ji vê ferasetê hemû alî dê winda bike.''


(ch)