Cenazeyên 11 Şervanên YPG/YPJ'ê hate oxir kirin

11:56

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê 11 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dan û gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) piştî pêşwazîkirina girseyî ya li Silopî ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.

Cenazeyê 11 şervanên YPG/YPJ'ê yên di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dayîn, piştî pêşwazîkirina bi heybet a li navçeya Silopî ya Şirnexê ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin. Piştî ku otopsiya cenazeyên şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap), şervanê YPG'ê Mahsum Seçen (Zerdeşt Avesta) ên di 3'ê Tîrmeha 2015'an li Silukê, şervana YPJ'ê Devlet Turan (Bêrîtan Zîlan), şervanê YPG'ê Yakup Turkan (Têkoşer Nisêbîn), şervana YPJ'ê Necla Yilmaz (Têkoşîn Nûda), şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar (Bêrîtan Gabar), şervanê YPG'ê Adem Tankan (Devrîm Spêrtî), şervanê YPG'ê Îsmaîl Ataman (Dilşêr Botan), şervana YPJ'ê Fatma Dalmiş (Mezra Botan), şervana YPJ'ê Hazal Eren (Newroz Botan) ên di 6'ê Tîrmeha 2015'an li Silukê û şervanê YPG'ê Huseyin Gokalp (Rustem Cûdî) ê di 6'ê Tîrmeha 2015'an li Semawa Alya û gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) di 28'ê İlona 2014'an li Şengalê jiyana xwe ji dest dan anîn Deriyê Sînor ê Xabûrê. Cenazeyê 12 cangoriyan ji aliyê heyeta Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê ve li Deriyê Sînor ê Xabûrê otopsiya wan hat kirin. Piştî otopsiyê ligel hevşaredarên herêma Şirnexê, hevserok û rêveberên HDP/DBP'ê yên herêmê, nûnerên Saziyên Civaka Sîvil bi sedan welatiyan ve li ber deriyê sînor bi berzkirina dirûşm, lêdana çepik û tilîliyan cenazeyên şervanên azadiyê hatin pêşwazîkirin.

Piştî ku kerwanê cenazeyên cangoriyan ji sedan wesayîtan pêk tê ber bi bajar ve bi rê ketin, li bajaroka Tilqebîn-Wehsitê û taxa Avaşîn ji aliyê sedan welatiyan ve hatin pêşwazîkirin. Dema kerwanê 11 cangoriyan gihişt navenda bajar bi hezaran welatî derketin ser Rêya Îpekê û cenazeyên şervanên YPG/YPJ'ê bi berzkirina dirûşmên "Şehîd namirin" , "Ey şehîd rêya te rêya me ye" û "Bê Serok jiyan nabe" pêşwazîkirin. Piraniya wan ciwanan bi hezaran welatî ji navenda bajar heya Mizgefta Mekkeyê ya li taxa Kobanê bi cenazeyên cangoriyan re meşiyan.

Piştî ku ligel hezaran welatiyan cenazeyên 12 cangoriyan gihîştin mizgeftê jinan cenazeyê şervanên YPJ'ê û ciwanan cenazeyê şervanên YPG/YPJ'ê hildan ser milê xwe û bi dirûşma "Şehîd namirin" birin hundirê mizgeftê. Piştî wecîbeyên olî yên ligel sedan welatiyan cenazeyên şervanan ber bi bajarên wan ve hatin oxirkirin.

Hate hînbûn ku dê cenazeyê şervana YPJ'ê Emîne li Rihayê, şervanên YPG'ê Mahsum û Hûseyîn û şervana YPJ'ê Fatma li Cizîrê, şervana YPJ'ê Necla li Sêrtê, şervanê YPG'ê Yakup li Nisêbînê, şervana YPJ'ê Devlet li navenda Şirnexê, şervanê YPG'ê Adem û şervana YPJ'ê Hazal li Silopî, şervanê YPG'ê Îsmaîl û gerîlayê HPG'ê Sadî Ozek (Agir Kato) li navçeya Elkê ya Şirnex dê werin definkirin.

(ch)