Elîf Ronahî: Em bi rûhê 14'ê Tîrmehê dawî li tecrîdê bînin

12:19

JINHA


BEHDÎNAN- Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî çalakiya 14'ê Tîrmehê ya rojiya mirinê nîrxand û diyar kir ku ev çalakî pejirandina hebûna gelê Kurd e û got, "Tevî vê yekê jî rêhaeval Mehmet Hayrî Dûrmûş xwest li ser gora wî 'deyndar e' were nivîsandin. Ev yek mezinahiyê nîşan dide. Li pêşberî mezinahiya vê dîrokê em ê bi avakirina neteweya demokratîk û jiyana azad, bersivê bidin."

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî, berxwedana kadroyên pêşeng ên PKK'ê ku di 14'ê Tîrmeha 1982'an de li dijî darbeya faşîst a leşkerî ya 12'ê Îlonê li dar xistin û hişmendiya vê çalakiyê rê li ber azadiyê vekiriye, di salvegera 33. an de nîrxand. Elîf Ronahî anî ziman ku dema ev çalakî pêk hat ew bi xwe di girtîgehê de bû û piştî çalakiyê bi Berxwedana 14'ê Tîrmehê hesiyane.

Elîf wiha axivî: "Di 14'ê Tîrmeha 1982'an de di çarçoveya Baskê 6. emîn ê artêşê ji doza PKK'ê em 612 kes girtî bûn. Rojiya Mirinê ya mezin ji aliyê komeke kadroyên pêşeng ve hatibû destpêkirin. Lê belê haya me jê tinebû. Agahiyên ne zelal û nakok, gelekî derengî digihîşt me. Em piştre hîn bûn ku çalakiyeke çiqasî mezin e û kîjan hevalan di çalakiyê de cih girtine. Li dijî polîtîkayên hov û êrîşên dijmin ên ji bo bênasname hiştin û teslîmgirtinê, mînaka herî radîkal a berxwedanê dihat nîşandan." Ronahî destnîşan kir ku bi fêmkirina mezinahî û armanca rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê re ev çalakî di têkoşîna wan a li dijî dijmin de bûye çavkaniya hêzê.

'Berxwedana rojiya mirinê dirokî bû'


Elîf da zanîn ku Rojiya Mirinê ya Mezin dijmin têk biriye, gelê Kurd hişyar kiriye û ji berxwedanên dîrokî re pêşengî kiriye û got, "Rewşa çalakî lê hat lidarxistin, rêbaza rojiya mriinê ya li hemberî îşkenceyên dij mirovahiyê yên dijmin, di nava kadroyên PKK'ê de berxwedan mezintir kir, di nava dijmin de jî rê li ber têkçûn û hilweşînê vekir. Berxwedêrên 14'ê Tîrmehê ji bo jiyaneke bi rûmet û azad, jiyana xwe feda kiribûn. Ya ku dijmin dîn kir û dijmin jê fêm nedikir, ev bû. Ev çalakiya bi pêşengiya rêheval Kemal, Hayrî, Akîf û Alî Çîçek, pêl bi pêl li girtîgehên din jî deng vedida. Di vê demê de partiya me kongreya xwe ya 2. emîn li dar dixist. Weke bersiv ji berxwedana rojiya mirinê re biryar hat girtin ku di sala 1984'an de li ser bingeha Pêngava 15'ê Tebaxê şerê gel ê şoreşgerî were meşandin. Li dijî rastiyeke ku weke gel bê nasname hatiye hiştin, tine hatiye hesibandin gotin 'me gotina xwe ya dawî hê negotine'."


' Derba herî mezin li zîhniyeta yekparêz û netew dewletê xistin'

Elîf Ronahî da xuya kirin ku îro ew dem e ku bi neteweya demokratîk re bersiv ji berxwedana 14'ê Tîrmehê û dîrokê re were dayîn û got, "Rojiya Mirinê ya 14'ê Tîrmehê bûye çalakiya pejirandina hebûna gelê Kurd. Tevî vê yekê jî rêheval Mehmet Hayrî Dûrmûş xwest li ser gora wî 'deyndar e' were nivîsandin. Ev yek mezinahiyê nîşan dide. Bersiva em bidin mezinahiya vê çalakiya dîrokî, avakirina neteweya demokratîk û jiyana azad e. Dema şert û mercên tê de li ber çavan werin girtin, bawerî û dilsoziya wan, di nava Rêbertî û PKK'ê de dîtina serketinê, bê guman di roja îro de jî ferman e ji bo me. Ji ber ku çalakiya bersiva mezin a li pirsa 'çawa bê jiyîn' danîn holê û derba herî mezin li zîhniyeta yekparêz, netewe dewlet, yek ziman, yek zayend, yek al xist. Hêmanên bingehîn ên Konfederalîzma Demokratîk bi vî şêweyê hatine raxistin. Yên bêdengiya mirinê û keleha zilmê ya Amedê veguherandin abîdeya berxwedanê, ji gelê Amedê jî bi serhildana mezin bersiv dîtin. Wek rêhevalên Kemal, Hayrî, Alî û Akîfan em ê bi meşa xwe ya di vê xeta berxwedanê re, heta dawiyê têbikoşin û encax bi avakirina neteweya demokratîk re dikarin bibin bersiv ji wan re. Çanda berxwedanê ya wan bi çalakiyên xwe re afirandin, îro li her eniya Kurd lê ne, li dijî dijminê herî tirsnak, bi serketinê tacîdar dibe. Berxwedana Sarayan weke qîrîna serhildanê ya jinan li her qada jiyanê ji bo azadiyê rê li ber şerên mezin vekiriye. Em ji îro li dîroka xwe dinêrin û bi berxwedana mezin xwe amade dikin. Divê îro jin û ciwan dakevin qadan û bi çalakiyan re dawî li tecrîda li ser Rêberê me bîne. Ruhê 14'ê Tîrmehê vê wezîfeyê datîne pêşiya me."

(ch)