Şervana YPJ'ê Devlet Turan hate oxir kirin
14:17
JINHA
ŞIRNEX - Cenazeya Şervana YPJ'ê Devlet Turan (Bêrîtan Zîlan) a ku li Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Şirnexê bi tevlîbûna hezaran hat definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Devlet Turan (Bêrîtan Zîlan) a ku di 6'ê Tîrmehê de li bajaroka Silukê ya Rojava di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dan li Şirnexê bi girseyî hat definkirin. Cenazeyê Turan piştî karên otopsiyê bi konvoyekî qirseyî ber bi Şirnexê ve derxistin rê.
Cenazeyê Devlet li Şirnexê ji aliyê hezaran ve hat pêşwazîkirin û pişt re birin Goristan Taxa Gundogdu. Cenazeyê Devlet jinan hilgirt û bi meşê ber bi goristanê ve birin. Dema meşê riya Cizîr-Qilebanê ji tirafîkê re hat girtin.
Hevserokê Rêxistina DBP'ê yê Şirnexê Salîh Gulenç di merasîma cenazeyê de axivî û diyar kir ku ciwanên Kurd li Rojava, Şengal û Kerkûkê berxwedanekî bêhempa nîşan didin û li her qadê serkeftinên mezin bi dest dixin.
Bavê şervana YPJ'ê, Omer Turan jî got serê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sax be û anî ziman ku keça wê ji bo azadiya Kurdistanê têkoşîn meşand û jiyana xwe ji dest da.Omer da zanîn ku ew dê heya dawî têkoşîna keça xwe bidomîne.
Piştî axaftinan vecîbeyên olî pêk hatin û cenazeyê Devlet Turan bi dirûşmeyan hat definkirin.
(ch)