Dayika Nazlî ya 75 salî parastina rewa de cîh digre
14:31
JINHA
EFRÎN - Dayika Nazlî Bedîr ku temenê wê 75 salîye, di lê ev li pêşiya tevlîbûna wê nava komîteyên parastinê ne asteng e. dayika Nazli, soza domandina riya têkoşeran û heta azadiyê parastina destkeftiyên Şoreşa Rojava da û xebatên xwe yê parastina taxê jî didomîne.
Dayika Nazlî Bedir ji şêniyên taxa Şerqî ya navçeya Cindirêsê ya Efrînê yê, 75 salî ye û dayika 8 zarokan e. Cihê xwe di nava komîteya parastinê ya Komîna Şehîd Rojda de digire û karê parastina taxa xwe dike.
Dayika Nazlî her şev bi endamên komîteya parastinê û endamên YPJ'ê re çeka xwe radike ser milê xwe û ji seat 23.00 heta serê sibê parastina taxa xwe dike.
Dayika Nazlî diyar kir ku gelê Kurd piştî têkoşînek ji ked û xwîna têkoşeran destkeftiyên mezin bi dest xistine û wiha berdewam kir: " Ji ber vê yekê divê her kes zarok, ciwan, jin û mêr destûr nede ku tu kes îradeya wan têk bibe û di hemû aliyan de xwe bi rêxistin bikin."
Dayika Nazlî berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku wan tedbîrên xwe ji bo parastinê girtine ku carek din bûyerên weke li Kobanê û Cizîrê pêk hat dûbare nebin.
Dayika Nazlî di dawiya axaftina xwe de soz da ku şopdarê rêya têkoşeran azadiyê be û heta dilopa xwîna xwe ya dawî destkeftiyên ku bi saya keda têkoşeran hatiye bidestxistin biparêze
(ch)