Biranîna 14'ê Tîrmehê bi qeranfîlan hate kirin

15:44

JINHA

AMED - Ji bo Salvegera 33. emîn a 14'ê Tîrmeh a berxwedana rojiya mirinê, li ber Girtîgeha Amedê Tîpa E daxuyaniya çapemeniyê hate dayin.

Bi bangawaziya Diyar TUHAD-DER'ê bi sedema salvegera 33 emîn a 14'ê Tîrmeh a berxwedana rojiya mirinê, li ber Girtîgeha Amedê Tîpa E, daxuyaniya çapemeniyê hate dayin. Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gûltan Kişanak, Hevseroka Şaredariya Kayapinarê Fatma Arşîmet, Rêveberên HDP û DBP'ê, Rêveberên ÎHD'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aşitiyê, Komelaya 78'an, MEYA-DER û gelek saziyên civakî tevlî daxuyaniya çapemeniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankartên wek ' Mazlûm kîbrît vêxist, Çaran bedena xwe da ber agir, 14 Tîrmeh bû zîrve', 'Bi qasî ku em di rêya wê de bimirin me ji jîyanê hezkir' û wêneyên şoreşgeran hate vekirin.

'Bi kuştina mirinê, jiyanê şîn kirin'

Endamê Komeleya 78'an Ahmet Aniç daxuyaniyê xwend û diyar kir ku di dîrokê de rojên herî tarî de nîşaneya ronahîyê derdikeve û wiha berdewam kir: '' Piştî darbeyê di zindana 5'emîn de şerê mayin û nemayinê hate dayin. Jji ber vê berxwedana Çaran tesadûf nebû û nasname û hişmendiyek nû da gelê Kurd. Wan bi kuştina mirinêî jiyanê şîn kirin û derba herî mezin li dijminê mirovahiyê dan''
Ahmet bal kişand rewşa girtîgehan û tecrîda li ser rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û anî ziman ku divê di demek nêz de rewşa girtiyan were baş kirin û tecrît jî were rakirin.

'14 Tîrmeh bû destpêka berxwedanê'

Hevserokê HDP'ê yê Amedê Omer Onen destnîşan kir ku li hember zîhnîyeta netewperestan berxwedana 14'ê Tîrmehê mînakek girîng e û di sala 2012'an de jî heman berxwedan hate dayin û gelê Kurd jî bersiva vê berxwedanê dan. Omer axaftina xwe silavkirina hemû girtiyan û Abdullah Ocalan re bi dawî kir.

Piştî daxuyaniyê beşdarvan qeranfîlên ku bi xwe re anîbûn avêtin bexçê girtîgehê

(ch)