Tundiya mêran bû sedema mirina jinek din
16:08
Tîrmeh
14
/ 2015
JINHA
ÎZMÎR - Li Îzmîrê jina bi navê Yeşîm Korkmaz ji alî hevserê xwe ve bi lêdanê hate qetilkirin
Şîddeta mêran îcar jî li Îzmîrê bû sedema mirina jinek ciwan. Yeşîm Korkmaz a 24 salî li navçeya Odemîş a Îzmîrê ji alî hevserê xwe Orhan. Y ve bi lêdanê hate kuştin.
Yeşîm bi derbên ku ji serê xwe girtibû bi giranî birîndar bû, piştre jiyana xwe ji dest da. Cenazeya Yeşîm ji bo otopsîyê rakirin nexweşxaneyê, kujer Orhan.Y jî hate binçavkirin.
(ch)