Şervana YPJ'ê Emîne Dînç bi hezaran hate oxir kirin
16:32
JINHA
RIHA - Cenazeyê şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) di şerî li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da ji hêla hezaran ve li Wêranşerê hat definkirin. Dayika wê Sultan Dînç di merasîmê de axivî û wiha got: ''Ji ber ku li hemberî çeteyan û Erdogan li ber xwe da ez bi keça xwe serbilind im."
Şervana YPJ'ê Emîne Dînç (Bêrîtan Gap) roja 3'ê Tîrmehê, di şerê bajaroka Silukê ya Girê Spî ya şerê bi çeteyên DAIŞ'ê re jiyana xwe ji dest da li Wêranşer a Rihayê hat definkirin. Malbata Emîne piştî cenazeyê keça xwe wergirt ji bo definkirinê anî Wêranşarê. Li ser rêya ku cenaze tê de derbas bû ji hêla welatiyan ve bi nîşaneya serkeftinê û bi berzkirina dirûşman hat pêşwazîkirin. Cenazeya Emîne di têketina Wêranşarê de ji hêla sedan wesayîtan ve hat pêşwazîkirin. Bi hezaran welatî cenazeya Emîne Dînç li ser milê xwe kirin û bi hilgirtina posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên HPG, YPG û YPJ'ê ber bi goristanê ve meşiyan. Di meşê de dirûşmên "Kurdistan ji DAIŞ'ê re bibe goristan", "Şehîd namirin" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî wecîbeyên olî cenazeya Emîne li goristanê hat definkirin.
'Ew li hemberî çeteyan û Erdogan têdikoşin'
Welatiyan ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz girtin û sirûda "Çerxa şoreşê" xwendin. Piştî rêzgirtina Hevseroka HDP'ê ya Wêranşarê Sevda Çelîk Ôzbîngol axivî û diyar kir ku bi dayîna berdêlan ev têkoşîn watedar dibe û got ku ew ê xwedî li têkoşîna van cangoriyan derkevin. Bavê wê Davut Dînç jî ji bo keça xwe ev tişt anî ziman: "Keça min şehîda Kurdistanê ye. Ji ber hûn xwedî li şehîdên xwe derketin her hebin. Dê tu car ev têkoşîn têk neçe."Dayika wê Sultan Dînç jî anî ziman ku ew bi keça xwe serbilind e û wiha axivî: "Ji ber ku li hemberî çeteyan û Erdogan li ber xwe da ez bi keça xwe serbilind im. Em welatê xwe ji wan re nahêlin. Şehîd namirin."
Piştî merasîma cenazeyê welatî ji bo sersaxiyê çûn konê sersaxiyê ya ku li taxa Şirnexê hatiye vedan.
(ch)