Cenazeya şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar li Sêrtê hate definkirin
16:33
JINHA
SÊRT- Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar a ku li Gire Sipî di şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê hat definkirin.
Cenazeyê Şervana YPJ'ê Ayşe Kaçar (Bêrîtan Gabar) a ku li bajaroka Silukê ya Girê Spî di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de di 6'ê Tîrmehê de jiyana xwe ji dest da li Sêrtê ji aliyê hezaran ve hat definkirin. Cenazeyê Ayşe li ser Pirsa Xêrtê ya Sêrtê bi girseyî hat pêşwazîkirin û bi konvoyê birin Mizgefta Mela Omer a li taxa Bariş a Sêrtê. Piştî vecîbeyên olîd cenazeyê Ayşe ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û ber bi Goristan Şehy Musa ve hate birin. Piştî karên definkirinê Dayîka Ayşe, Bahar Kaçar axivî û wiha got: "Êdî dem dema em dest bidin hev û bibin yek hatiye. Serê Rêberê Apo û hemû gelê Kurd sax be."
Taziyeyên Ayşe Kaçar dê li taxa Barişê bên qebûlkirin.
(ch)