Şehla Hafid: Makezagona nû divê li gor esasên mafên azadiyê be
16:53
JINHA
SILÊMANÎ- Seroka Komîsyona Jinên KNK'ê û Endama Rêveberiya KNK'ê Şehla Hafid diyar kir ku makezagona nû ya Herêma Kurdistanê divê li ser esasên laîktî û mafên azadiyê were avakirin.
Seroka Komîsyona Jinên KNK'ê û Endama Rêveberiya KNK'ê Şehla Hafid di derbarê nivîsandina makezagona Herêma Kurdistanê ya ku niha ji aliyê komîsyonek 20 kesî ve tê amadekirin û mîsyona jinan dê li vir çawa, ji RojNewsê re axivî. Şehla Hafid destnîşan kir ku ji ber di vê sedsalê de êdî têkilkirina ol ligel makezagonê de nabe, divê destûrek laîk bê amadekirin û wiha got: "Li gorî nêrîna jinên KNK'ê divê makezagona Herêma Kurdistanê bi pergalek laîk (sêkûler) be ava kirin. Ji ber ku di vê sedsalê de bi taybetî jî ji bo jinan têkilkirina ol ligel zagonan êdî ne guncav e. Eger em bêjin welatê me welatekî Îslamiye û divê destûra şerîetê hebe, dema em temaşe bikin di nava olê Îslamê de ji bîr û baweriya her kesiman ji hev cûda ne. Li gorî min her olek be, ne tenê olê Îslamê, dema têkilî zagonan bû, wê destûrekî rast dernekeve. Ji ber ku mijara ol mijarekî ruhî ya di navbera mirov û xweda de ye.Peywendiya xwe bi yasa û jiyana civakê ve nîne. Ji ber vê têlikirina şerîeta her olekê li gel makezagonê ne guncav e."
'Jinên Kurd pêngavên gelek mezin avêtin'
Şehla balkişand ser asta jinên Kurd a di roja îro de û wiha pê de çû: "Di roja îro de jinên Kurdistanê êdî gihiştine astekî din. Pêngevekî gelek mezin avêtine. Ew makezagonên ku di salên berê de hatibûn nivîsandin ji bo mafên jinan negûncav bûn û bi taybet ji bo rewşa jinan a niha nabe bersiv. Lewre jinên Kurd pêngevek mezin di warê pêşketin û berxwedanê de avêtîne. Ji ber vê yekê jî divê jin beşdarî nivisandina makezagonê bibin û li gorî rewşa jinên Kurd a îro gûncav be."
'Divê makezagona nû li gor jinê were amade kirin'
Seroka Komîsyona Jinên KNK'ê Şehla Hafid ragihad ku di komîsyona nivîsandina makezagonê de jin kêm beşdar bûne û axaftina xwe wiha domand: "Jin gelek kêm beşdarî komîsyona nivîsandina destûrê bûne.Ji bo makezagonek li gor fikr û ramanên jinê were nivisandin pêwîst bû jinên akademîsyen û yên di warê zagonan de şaraza ye zêdetir beşdar bibûna. Eger makezagona ku niha amadekariyên wî tê kirin ji berê paşketî be wê demê wateya wî namîne. Divê li gorî civakê be. Di nava cîhanê de ji jinên Kurd pêngavek gelek mezin û bi nirx bi dest girtiye. Ji ber vê yekê divê makezagona nû li gor jinê were amade kirin."
'Li Başûrê Kurdistanê baviksalarî serdeste'
Şehla derbirî ku divê jin di hemû beşên civakê de cihên xwe bigirin û wiha axivî: "Divê jin beşdarî hemû dezgehên siyasî, civakî, pêvajoyên biryardanê, nirxandin û aştiyê bibin. Niha li Başûrê Kurdistanê kotaya jinê gelek paş de maye, ji ber vê yekê li gorî me divê rêjeya sedî 40 a jinan beşdarî hemû dezgehên civakî û siyasî bibin. Li Bakûr û Rojava rêjeya jinan gelek li pêş e, jinên Başûr dikarin vê yekê ji xwe re mînak bigrin. Lê mixabin li Başûrê Kurdistanê baviksalarî zêdetire. Ji bo wekhevî di navbera jin û mêran de pêk were, divê mêr jî bigihije wê bîr û baweriyê."
'Jinên Başûr bila xwe bi rêxistin bikin'
Seroka Komîsyona Jinên KNK'ê û Endama Rêveberiya KNK'ê Şehla Hafid bang li jinên Başûrê Kurdistanê kir ku xwe bi rêxistin bikin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ''Daxwaza min ji jinên Başûr ew e ku xwe bi rêxistin bikin. Bi xwe bizanibin mafê mirovatiyê çiye û ji bo hewl bidin. Ji ber ku tû kes nikare wî mafî bi dest bîne û heta ji bo hewldanê neke. Beşdarbûn, çalakî û xwe rêxistin kirin ji bo jinên Başûrê Kurdistanê gelek pêwîste."
(ch)