Meşa ber bi Farqînê ve hate asteng kirin
18:13
JINHA
AMED - Rêya sedan kesan ya li hemberî bendan xwestin biçin Geliyê Godernê ji alî polîsan ve hate astengkirin. Polîs li 17 cihî tedbîrên awarte girt û girse jî li ser vê çalakiya runiştinê pêk anî.
Bi pêşengtiya DBP'ê ya Navenda Amedê ji bo çêkirina HES û bendan protesto bikin bi hezaran kes ji Amedê bi maşîneyan ber bi Farqînê ve çûn riya wan ji alî polîsan ve hate girtin. Ji bo ji benda re bêjin 'Na' rêveber û endamên DBP, HDP, hevserokên navend û navçeyên şaredariyan û bi sedan welatî ji navenda Amedê ber bî Farqînê ve çûn lê riya wan hate astengkirin. Girse li ber Şaredarîya Farqînê hatin ba hev û xwestin ku ber bi Geliyê Godernê ve biçin ji ber tedbîrên awarte ya polîsan destûr nehat dayîn.
Polîsan îdda kir ku Walî ferman girtina rê daye û ji ber vê wê destûra derbasbûyinê nedin. Hevserokê DBP'ê Alî Şîmşek û yê HDP'ê Omer Onen ji rê vebe bi polîsan re hevdîtîn pêk anîn lê ji ber ku destûr nehat dayîn girse çalakiya rûniştinê pêk anîn. Girse pankartên wek ' Xwezaya Kurdîstan ne bêxwedî ye' 'Li ax, av û hewa ya xwe xwedî derbikeve ' û ji bo bîranîna 14'ê Tîrmehê ya 1982'an, wêneyên pêşengên PKK'ê ya di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan hate vekirin. Girse bi dirûşmên ' Em ê bi berxwedanê ser bikevin' çalakiya xwe berdewam dikin.
(ch)