Li Til Temirê xebatkarên şaredariyê yên jin pirsgirêkan çareser dikin

11:04

Sorgul Til Temir/JINHA

TIL TEMIR- Şaredariya Til Temîr xebatên xwe yên nivçe mayî piştî bajar ji destê çeteyên DAÎŞ'ê hate rizgarkirin cardin dest pê kirin. Şaredariya ku 9 xebatkarên jin jî tê de hene ji pirsgirêka gel çareser bikin dixebitin.

De destbekirina şoreşa Rojava jinan di her mili de cihe xwe di nava saziyan de, weke karen leşkeri û civaki de ji cih girtin. Şaredariya bajare Til Temir a Kantona Cizire de, ji 30 endamen şeradariyê 9 kes jin in. Şaredari ji 9 beşan pek te, jin di her 9 beşan de ji cihe xwe digrin. Piştî ku hezen YPG/YPJ'ê bajara Til Temir ji çeteyen DAIŞ'ê paqij kirin, saziyên bajarê Til Temir dest bi kar û xebaten xwe kirin. Gelên dema şer koçber bûbûn jî hêdi hêdi vedigerin bajarê xwe û mal û saziyên ku dema şer gelek ziyan dîtibû ji nû ve restore dikin. Ji wan saziyan yek jî şaredariya bajêr e. Şaredarî piştî rizgarikirina Til Temir kar û xebate xwe ji nu ve dan dest pê kirin. Şaredarî Heta niha gelek pirsgirêkên gel çareser kirine û ji paqij kirina kolanan heta çêkirina xeta avê pirsgirêkên heyi serarast dikin.

'Em hewldidin ku pirsgirêkan çareser bikin'

Rêveberiya şaredariya gel a bajare Til Temir Almaza Emin, der barê kar û xebate xwe de axivî û diyar kir ku piştî hêzên YPG/YPJ bajare Til Temir ji çeteyan rizgar kirin, wan carek din navenda xwe vekir û dest bi kar û xebatên xwe kirin û got: '' Çi pirsgirêkên gel hebin em wek şaredariya gel a bajarê Til Temir hewldidin ku çareser bikin."

'Jin di 9 beşên kar û xebatên şaredariyê de cih digrin'

Almaza da zanîn ku şaredariya bajara Til Temir ji 9 beşan pek tê û jin di 9 beşên kar û xebatên şarederiyê de cîh digrin. Almaza axaftina xwe wiha domand: " Jin bi keda xwe gihîştiye vê astê û bi îradeya xwe ya azad tevli kar dibin. Pewîset jin hê zêde hewlbidin ku karibin ji bo demên pêş ciwanan ji perwerde bikin."
Sidar Hesen a di şaredariyê de beşa zabitayê de dixebite der heqê xebatên xwe de axivî û wiha got: " Di karên zabitayê de salek e dixebitim. Destpêkê de em wek jin me gelek zehmeti dît le ev zehmetiyên heyî me ji xwe re nekir astengî û gav bi gav me têkoşina xwe berdewam kir, kare xwe peş ve bir. Kare me bi taybetî di nava bajêr de ye. Em rexistinkirina Ereban dikin û ji bo pêşîya qezayan were girtin alîkariya tirafiqe jî dikin. Bi gişti em dikarin bejin ku erka me rexistinkirina bajêr e.'' Sidar da zanîn ku serê sibê zû dest bi kar dikin û heta evarê li ser kar in. Dîsa di dawiya axaftina xwe de bang li jinan kir ku jin xwedî li şoreşa Rojava derbikevin û di qada zabitayê de cihên xwe bigrin.

'Jinên Kurdî Ereb, Asûrî divê bi hev re tevbigerin'

İman Ehmet jî ya bi eslê xwe Ereb e, di nava zabitayê de cîh digre li ser kar û xebate xwe de wiha axivîn: " Ev 5 mehe ez di karê zabitayê de dixebitim. Dema min dest bi karê zabitayê kir ji alî malbatê min gelek zehmetî kişand. Lê dema di kar de serkeftinek derdikeve holê malbat jî êdî karê me dipejirîne.'' Îman da zanîn ku berî karê zabitayê her tim di mal de bûye û ji vê rewşê ne bi kêfxweş bû. Îman axaftina xwe wiha bi dawî kir: '' Jinen Kurd, Ereb û Asuri bi hev re tevnegerin em tû cari nikarin xwe û gele xwe azad bikin."

(ch)