Li hemberî qirkirinên jinan 'Qanûna Ozgecan' divê derkeve pêş'
11:34
JINHA
STENBOL - Der barê 'Qanûna Ozgecanê' de mamosteya bi navê Aysun Oral anî ziman ku divê ev maqekanûn bê sererastkirin û ji bo jinan parastina cewherî pêş bikeve. Aysun diyar kir ku li hemberî tecawûz, şîdet û tacîzê divê jin werin perwerdekirin û nêrînên xwe wiha anî ziman: "Êdî tu dem tuneye ku jin rastî tecawûzan nayên. Li hemberî vê yekê sererastkirinên makeqanûnan ferz e."
Welatiya jin a bi navê Ozgecan Aslan di sibatê de dema ku ji dibistanê vedigeriya mala xwe, ji aliyê ajakorê mînîbûsê ve hatibû qetilkirin. Li hemberî vê hovîtiyê li hemû cihan gel rabû ser piyan û bertekên xwe nîşan dan. Tevî hemû bertekan jî , ji aliyê dadgehê ve biryarek wek skandal hat dayîn û doza Ocgecanê hat paşve dan. Piştî ku ev biryara dadgehê di raya giştî de rastî bertekên mezin hat hewldidin ku bi armanca pêşîgirtina qirkirinên jinan, bi sererastkirina makeqanûnan ve 'Qanûna Ocgecanê' biguherînin û pêşiya 'daxistina cezayê ya ji ber rewşa baş' bigirin. Seroka 2'emîn a Sendîkaya Nîvîskaran Suna Aras got ku divê qanûna Ozgecanê derbikeve û wiha pê de çû: "Êdî cinayetên jinan veguheriye qirkirinên jinan. Divê demildest pêşiya vê yekê bê girtin."
'Divê hişmendî bê guhertin'
Di der barê qirkirina jinan de Suna diyarkir ku dema desthilatdariya AKP'ê de qirkirina jinan zêde bûye û axaftina xwe wiha domand: "Sedemê van qirkirinan ya herî girîng yek jî jê zimanê tê bi kar anîne. Bingeha nêzikatiya li hemberî jinê, ji hişmendiyê tê. Ji bo parastina jinê bi sedan qanûn derbikevin jî ger hişmendî neyê guhertin, nikarin pêşiya vê yekê bigirin. Rêxistina terorî ya DAIŞ'ê ber çavên hemû kesî tecawîzî bi milyonan jinan dike, wan zincîr dike û difiroşe lê em hemû li hemberî vê yekê bêdengîn. Qanûn girîngin lê hişmendî girîngtir e."
'Çîlem Dogan xwe diparast'
Mamosteya bi navê Aysun Oral jî destnîşan kir ku sedemên qirkirina jinan û polîtîka bi hev re girêdayîne û wiha axivî: "Derxistina qanûnê, ez di çarçoveya polîtîkayê de pêngavek girîng dibînim. Ji ber vê yekê divê demildest derbikeve. Çîlem Dogan a ku li hemberî tecawîzê xwe diparast, ji aliyê dadgehê ve bi muebetê hat cezakirin. Divê medyaya civakî de li hemberî tecawîz, kuştin û tacîzê, hişmendiya parastina cewherî pêş bikeve. Her wiha sererastkirina makeqanûnê jî ferze. Zêde bûna hejmara parlementerên jin ên meclisê jî bûyerek girînge."
'Gelo ma hinceta tecawîzê heye?'
Herî dawî Hîndekar a Zaningeha 18 Mart a Çanakkaleyê Fîlîz Denîz jî diyar kir ku cihekî her roj jin lê tên qetilkirin, qanûna Ozgecanê gelek dereng maye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em jin nûçeyên daxistina cezayî fam nakin. Ji bo sûcekî wiha çawa daxistinê didin. Çi hinceta vî sûcî heye. Ez bawerim qanûnên heyî û ya Ozgecanê ewê bandorê li ser pêşîgirtina qirkirinê bike. Her wiha divê ku mijara cinsiyata civakî di pergala perwerdeyê de bê dayîn."
(bd/ch)