Ji bo jinan modela alternatîf ' Navendên Jiyanê'

13:31

Asîye Tekin/ Nişmîye Gûler-JINHA

WAN - Partiya Heremên Demokratîk(DBP) dê li hemû şaredariyên xwe Navendên jinan ên pirsgirêkên jinan wê çareser bike û jinan tevlî afirandinê bike vedike.

Şaredariyên DBP'ê li her navend, navçe û li bajorokan amedekariyên vekirina navendên jiyanê ên jinan dike.Navendên jiyanê yên li ser 3 lingan wê xwe birêxistin bike li hember malên xwespartinê û navendên şêwirmendiyên jinan, wek modeleke alternatîf derdikeve pêş.

Civaknasa Navenda Şêwirmendiya Jinan Sosin a Geverê, Elîf Berfîn Karaman diyar kir ku navendên jinan ên jiyanê modeleke alternatîf e Berfîn destnîşan kir ku şaredariyên DBP'ê ji ber malên xwespartinê û navendên şêwirmendiyê di mijara çareserkirina pirsgirgirêkên kurdan de kêm maye derbasî projeya Navenda jiyanê ya jinan bûne û ev agahî da:"Navendên jiyanê ya jinan xwe li ser 3 lingan rêxistin dike,yek tevlîbûna jinê ya jiyana aborî,duperwerda jinê,sê li ser têkeoşîna tundiya li hember jinê tevlîbûna jinê pêk tîne.Malên xweparastinê û navendên şêwirmendiyê di çareserkirina pirsgirêkan de di rola navberiyê de lê Navendên jiyanê yên jinê dê pirsgirêkên jinan çareser bike.Dİ vê mijarê de Şaredariya Wanê di projeya Navendên jiyanê ya Jinan de bû modelek."

Xwesteka jinan navendên jiyanê yên jinan

Berfîna da zanîn ku li ser Navenda Şêwirmendiya Jinan ya Sosin li meclîsên gund û bajarokên Geverê xebatên hevpar dimeşîne wiha got:"Me li taxan bingeha daneyan avakirû emê li gor xwestekên jinan dest bi xebatên Navenda jiyanê ya jinan bike.Navenda jiyanê yên jinê ji bo jina tevlîbûna jiyana jinê ya perwerde , ekonomî û têkoşîna li hember tundiyê vedihewîne.

Berfina diyar kir ku gerinendeyê daîreyê jinan jî dê bi xebatên xwe navendê jinan xurt bike wiha berdewam kir:"Dibe ku neba çareseriyek teqez lê belê ji bo em dengên xwe derxe gaveke baş e.Emê bi jinan xurt bibe.Kêm be jî emê pirsgirêkên jinan çareser bikin.

'Jinê tevlî afirandinê bibin'

Hevşaredara Payizava Yildiz Çetîn destnîşan kir ku bi pêşketina pergala hevserokariyê hedefan ewe ku cihê ku jinan azad bijîn ava bikin.Yildiz da zanîn ku bi avakirina navenda jiyanê ya azad dê jin li ser lingên xwe bisekinin,dê bi tevlÎbûna afirandinê piştgiriyê bide jiyana aborî û her wiha dê her şaredariya DBP'ê xebata xwe ya fizîbilite çê dike.

'Navenda jiyanê ya jinan di qonaxa çêkirinê de ye'
Yildiz, derbirî ku divê her herembingeha daneyan ava bike dest bi xebatên navendên jiyana ya jinê bike û wiha axivî:"Bi avakirina meclîsên taxan û komunên gundan li heremî serkeftinên baştir dê bê bi destxistin.Rewşa jinan ya sosyo aborÎ dê wisa derkeve.Niha Navenda jiyanê ya jinê di qonaxa avakirinê de ye .Bi taybeta jî bo jinên bê navendê me atolyeya merşê ava kir,emê kooperatÎfa jinan jî di demeke nêz de avabikin û em jinan di aliyê serayê jî perwerde dikin.

'Qadên jiyanê yê jinê modeleke mînak e'

Hevşaredara Agiriyê Mukaddes Kubîlay jî destnîşankir ku divê li her navend û navçê Navendek jiyanê ya jinê bê vekirin.
Mukaddes:"Çawa li heremê pirsgirêk diguhere li her heremê jî pirsgirêkên jin dijîn jî diguhere.Em weke Agiriyê qadên jiyanê yên jinê weke modeleke mînak dibîne.Ez di wê baweriyê de me ku bi perwerdê dê hişmendiya virê bigûhere.Divê em pirsgirêkê we pirsgirêka civakî bigre.

'Dİvê li hemû bajar û navçeyan hebe'

Civaknasa Navenda jiyanê ya jinan Rojîn a Wanê Alev Çelîk jî bal kişand ser Navenda jiyanê ya li Wanê hatiye avakirin û wiha axivÎ:"Divê Navendê jinê li hemû li hemû Navend û navçeyan be avakirin.Armanca navendan jina tevlî jiyana aborî û civakî bike ye.Em bi armanca ji jinan re cihê ku afirandinê ava bikin dixebitin.Me qadên Seramîk, tekstîl,merş,wêne,Hunera destan ,qadên listikê yê zarokan qadên sporê li gel vê tîma bi tundiyê re têkoşîn avakir.Me di pratîkê de pêwistiya van dît.Divê êdi em qadên jiyanê zêde bikin.Ji ber em bi feraseta baviksalar re têkoşÎnê dimeşînin li her derê em pirsgirêkan re rû bi rû dimînin.Dema em xwe bi jinan re didin nasîn em kêfxweşiya wan dibÎnin.Dema jin xebatên me dibİên baweriyan wan zêdetir dibe.

'Emê bi sê şêwirmendiyê jinan yê nû re bixebitin'
Alev da zanîn ku li Şaredariyan di baneya Serokatiya daîreya jinan de GerÎnendeya di perwerde û lêkolîna xebatên jinan ,GerÎnendeya Pêşxistina Aborî û Gerînendeya têkoşîna tundiyê ava kirine.
Aleva derbirî ku hemû gerÎnende bi hevre dixebite wiha got:"Di xebatên qada tundiyê de li ser xwesteka jinan em piştgiriya Hiqûqî,civakî û psîkolojÎk dide.Ji ber li navenda Wanê cihekî me tenê heye em kêm dimîne lê piranî em serdikevin.Divê demildest li her deverê Navendên jiyanê bê vekirin."


(ms/ch)