Kovara Dengê Zarokan 6 salî ye
14:32
JINHA
AMED - Kovara Dengê Zarokan a ji alî Mala Piştgiriya Perwerdehiyê ya Şaredariya Rezanê ve tê derxistin 6 sal li pey xwe hişt.
Nivîskarên kovarê yên zarok li ser girîngî û dewlemendiya kovarê nêrînên xwe anîn ziman. Hîndekara Mala Piştgiriya Perwerdehiyê Pelda Yalçin jî axivî û wiha got: "Bi vê kovarê em zarokan hê ji nêz ve nas dikin."
Kovara Dengê Zarokan ev 6 sal in di bin banê Mala Perwerdehiyê ya Şaredariya Rezan a Amedê tê derxistin. Kovar bi Kurdî û Tirkî tê weşandin û di 6'emîn salvegera xwe de bi hejmara xwe ya 33'emîn derket pêşberî xwendevanên xwe. Ji Şirnexê heta Stenbolê gelek xwendevanên kovarê hene û hemû nivîs û nivîskarê kovarê ji zarokan pêk tê. Di kovarê de wêne, seramîk, folklor, kişik, lîstikên gelêrî û hwd. cihê xwe digire. Her wiha roportajên gel jî dem bi dem di kovarê de cîh digre.
'Em karekî xweş û geş dikin'
Xwendekara bi navê Ayşegul Oncel (14) a ku ev 4 sal in li wir perwerdehiyê dibîne diyar kir ku ev 3 sal in ew nivîskariya kovarê dike. Ayşegûl da zanîn ku helbest û nivîs bi giranî Kurdî tên nivîsandin û wiha axivî: "Li ser rojên girîng em nivîsan dinivîsînin. Hevalên me yên ku li wir perwerdehiyê nabînin jî ji bo piştgiriyê kovarê dixwînin. Ez di wê baweriyê de me ku em karekî xweş û geş dikin. Ez ji kovara xwe hez dikim."
Her kes dikare her tiştî binivîsîne
Nûçegihana kovarê Hêlîn Tîtîz jî got ku ev 4 sal in nûçegihanî dike û xwest her kes kovara wan bixwînin. Hêlîn da zanîn ku di kovarê de cih didin pirsgirêkên zarokan û wiha axivî: "Her kes dikare ji bo kovara me binivîsîne. Ji ber ku ez di vê kovarê de dixebitim gelekî kêfxweş im. Baş e ku kovareke me bi vî rengî heye."
'Bi vê kovarê em zarokan ji nêz vê nas dikin'
Hîndekara Mala Piştgiriya Perwerdehiyê Pelda Yalçin der barê kovarê de axivî û diyar kir ku di kovarê de cih didin jiyan û hestên zarokan. Pelda anî ziman ku kovara wan ji 16 rûpelan pêk tê û ev tişt anî ziman: "Zarok rojeva xwe diyar dikin. Em nivîsên ku tên bi mamosteyan re dinirxînin û nivîsên hêjayî weşandinê ne em diweşînin. Bi vê kovarê em jî zarokan ji nêz ve nas dikin. Di kovarê de jî tê dîtin ku bê zarok çiqasî bi hestyarî nêzîkî pirsgirêkên civakî dibin."
Pelda bi lêv kir ku zarokên ji Kobanê jî di kovarê de dixebitin û wiha pê de çû: "Di meha Tîrmehê de em amadehiya hejmara 34'emîn dikin. Di vê hejmarê de piştgiriya şaredariyê, geş û seyran û kampên havînê cihê xwe bigirin. Divê her kes vê hejmara dawî bixwînin."
(ch)