KCDP: Em ê şopdarê doza Yeşim Korkmaz bin
15:07
JINHA
STENBOL - KCDP ji bo jina bi navê Yeşîm Korkmaz a li Îzmîrê ji alî hevserê xwe ve bi lêdanê hatibû kûştin daxuyanî dan û diyar kirin ku wê li hinda malbata Yeşîm, heta kujer cezaya heq dike bigre şopdarê vê dozê bin.
Platforma Em ê Cînayetên Jinan Bisekînînin (KCDP), diyar kirin ku wê ligel malbata Yeşîm Korkmaz a li navçeya Odemîş a Îzmîrê ji alî hevserê xwe Orhan Y. ve bi lêdanê hatibû kûştin bin û heta kujer cezaya heq dike bigre wê şopdarê dozê bin. Platform di daxuyaniyê de wiha got: ''Yeşîm li gel hemû daxwazên civakê, biryarên parastinê, polîs û qereqolan û malên stargehan hate kuştin! Wek hezaran jinên din.''
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku ji ber sazkirina zagonên nû pêk nayê, Zagona Ozgecan nayê derxistin ev qetlîam pêk tê û bal kişandin daxistina ' rewşa baş' ku kujerên di nava çend salan de derdikevîn û dîsa di qetlîamên jinan de cîh digrin.
Di daxuyaniyê de endamên platformê bang li malbata Yeşîm jî kirin û wiha gotin: '' Hun ne tenê ne. Ji bo kujer cezaya heq dike bigre heta dawiyê em ê şopdarê vê dozê bin''
(ch)