Emîne Yildirim hevserê xwe yê îşkencekar kuşt

16:00

JINHA

EDENE - Emîne Yildirim a ji Kozanê demek dirêje ji alî hevserê xwe ve rastî îşkenceyan dihat, hevserê xwe Halîl Yildirim bi tûfek a nêçîr kuşt.

Di civakêde xweparastina jinan ya her tim rastî qetlîaman tên pêş dikeve. Hefteya derbasbûyî jina bi navê Çîlem Dogan a rastî tundî û zordariya hevserê xwe dihat, hevserê xwe kuşt. Çîlem di îfadeya xwe de got: '' Her tim jin tê kuştin, bila hinek jî mêr bimrin.'' Nîqaşên bûyara Çîlem Dogan hê berdewam dikir ku rewşek dirûvî vê li navçeya Kozan a Edenê hate dîtin.

Emîne Yildirim a 38 salî piştî hevserê xwe Halîl Yildirim ê 45 salî bi bi tûfek a nêçîr kuşt çû qereqolê û îfadeya xwe de wiha got: '' Hevserê min tehdayê l imin dikir, ez êdî damîş nebûm û min wî kuşt.''


(ch)